Dewletbûn mafê kurdaye em pişgirya serok Barzanî dikin

 
Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya (PDK-T) ragihand ku ew piştgiriya helwesta Serok Barzanî di derbarê referandumê de dikin û ew gelek şad û bextiyar dibin ku Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê biryara dewletbûna Kurdistana serbixwe bidin û di vî warî de çi reng û çalakî, arîkarî, pêdivî bi me hebe ew wek PDK-T amadene.

Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya (PDK-T) di daxuyaniyekê de ku wêneyek ji KDP.info re hatiye şandin, dibêje: “Dewletbûyîn mafê Kurda ye, di dinyayê de tenê Kurd bê dewlet mane, Kurd jî weke her miletê li dinyayê xwedî mafê rewane, xwedî nirxên netewîne, lê mixabin di sedsala 21ê de, hêj Kurd ji hemû mafên xwe bê parin, bin pêne û Welat ê wan Kurdistanê xedexe ye.”

Derbarê dewleta serbixwe ya Kurdistanê Kardaş dibêje: “Em dê dewleta xwe a netewî ava bikin, netewîbûyîna me, ne şovenîzime û  ne zordestîye, lewra ev fikr û raman doza mafekî rewa ye, em dê bi hûqûqê xwezayî, navnetewîayî û xûdayî  bikar binin, em ne partîyeke çekdarin, ne jî napênî ne, eşkere di nava meşrûîyetê de em xebata xwe dikin.”

Herwiha berdewam dike û dibêje: “Ev reng û bizav, bê xof û bê tirs, rûmet û serbilindayiyê didê me ev helwesteke erênî û rewa ye, em bawerin ku her derûdor, kesayetî û netewên demokrat li himber helwest û tekoşîna me de  dê piştgirbin, arî kar be.”

Serokê Giştî yê (PDK-T) dibêje: “Di van salên dawî de Bihara Ereban dest pê kir, di van serhildanan de gelek diktator hatin herifîn, hikûmraniya wan hat rûxandin, lê mixabin diktatorên nû afirîn, ku tê zanin dîktatorî û xwîn rijandin ji Ereban re mirate, maye ger ku ne ji Kurda bûna pîştî hilweşandina Baasê û nemana Sadam Hisên di şûna wîda dîktatorên mezintirîn dê hatibûna, Malikî dê ne kêmî Seddam bûya, lê bi hebûna Kurda zû dîktatorên bi hêz derneketin.”

Mehmet Emîn Kardaş, dibêje: “Îro cardî li Iraqê, di herêma Beşê Ereban de, şer û kûştin heye, welat ser û bin dikin, xuya bû ku dê gelek sînor bêne guhertin, Pêşmergeyên leheng û qehreman bi çek û mêrxasiya xwe welatê xwe diparêzin û li gor madeya 140 wan navçeyên Kurdistanî jî xistin nav sînorê Başûrê Kurdistanê.”

Di dawiya gotina xwe de Mehmet Emîn Kardaş, serokê Giştî yê (PDK-T) li ser nave partiya xwe dibêje: “Me hêvî heye ku Pêşmerge him jî Kerkukê him jî ji wan ciyan êdî dernekevin, em wek Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya piştgiriya helwesta Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di derbarê referandumê de dikin, em gelek şad û bextiyarin  ku cenabê Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê biryara dewletbûna Kurdistana serbixwe bidin û  bê pejirînin, daku vê carê jî Kurd bê dewlet, di mal de neminin, di vî warî de çi reng û çalakî, arîkarî, pêdivî bi me hebe em wek PDK-T amadene.”

Hoşmîn Iniz/kdp.info

Nêrînek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: