Cîhan

Raporek nehînî ya Pasdarên Îranê eşkere bû!

Raporeke veşartî ya ji 123 rûpelan pêk tê ku ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye amadekirin, hat eşkerekirin.

Koma hacking Black Reward ev belge destve aniye û ji aliyê kanala Iran International ve hatine weşandin. Di raporê de, rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî dibêje, xwenîşandan zû bi dawî nabin û têkçûna “şerê medyayî” li dijî xwepêşanderan rexne dike.

Di raporta ku tê de gotinên Xamineyî cih girtiye, rêberê olî dibêje: Em di şerekî de ne û yek ji amûrên ku di vî şerî de tê bikaranîn medya ye. Çima em di vê yekê de hêdî ne? Ji van birêzan (hêzên ewlehiyê) re tekez bikin ku divê ew amûra medyayê bi bandor kar bînin. Ev serhildan wê zû bi dawî nebin.”

Rapor eşkere dike ku Xamineyî, ji ber awayê birêvebirina rewşê rexne li desthilatdaran paye bilind dike , bi taybetî Serokomar Îbrahîm Raîsî û Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Netewî (SNSC) Elî Şemxanî ji ber “nebûna destpêşxeriyê” di vî warî de rexne dike.

Back to top button