Cîhan

Austin û Akar behsa mijara operasyonên Tirkiye li Suriye û rojavayê Kurdistanê kirin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar hevdîtinek bi rêya telefonê pêkanin û behsa mijara operasyonên Tirkiye li Suriye û rojavayê Kurdistanê kirin.

Di derbarê vê pêwendiyê de,wezereta Berevaniya Tirkiye daxçûyaniyek ragihand û dibêje: Di pêwendiya telefonî de Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser mijarên berevanî û ewlehiyê ya navçeyê axivîne.

Hulusî Akar di pêwendiyê de aniye ziman ku Tirkiye û Amerîka du hevbeşên girîng in û “operasyonên li dijî terorê, di çarçoveya mafên berevaniya rewa yên madeya 51 a Peymana Neteweyên Yekgirtî de têne kirin”.

Akar gotiye ku “di operasyonên têkoşîna dijî terorê de armanca yekane terorîst in û hêzên Hevpeymaniyê an jî sivîl dê ziyanê nebînin”.

Herweha piştî pêwendiyê wezarete berevaniya Amerikayê jî daxûyaniyek belevkir û dibêje: Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ji ber êrîşên li Cadeya Îstiklalê, Kilîs û Dîlokê, sersaxî li Hulusî Akar kiriye.

Lloyd Austin daxwaz kiriye ku rakêşiya li Sûriyê were kêmkirin û eşkere kiriye ku Amerîka bi awayekî tund li dijî operasyoneke nû ya li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Austin diyar kiriye, operasyonên asmanî yên ku jiyana leşkeran dixe metirsiyê, divê werin rawestandin.

Back to top button