Polîtîk
Rapirsiyên li Amerîka: Joe Biden dibe Serokê Amerîka

Çendîn kompanyayên rapirsiyên li Amerîka dest bi rapirsiyan kirîne û li gor encamên heta niha bi dest xistine xelkê Amerîka êdî piştevaniyê li Trump nakin û ji ber wê yekê jî roj bi roj şansê Joe Biden zêdetir dibe.
Li gor welatiyên Amerîka siyaseta derve ya Trump û siyaseta welatê wî li hember Koronayê wisa kiriye ku baweriya welatiyan bi Trump heta rêjeyeke zêde kêm bûye û heta gelek ji Senator û kesên navdarên Komarîxwaz jî niha piştevaniyê li Joe Biden dikin.
Li gor saziyên ragihandina Amerîka Joe Biden karekê gelek baş kiriye ku reşpêstek kiriye cîgirê xwe, ji ber ku rêjeyeka zêde reşpêst li Amerîka dijîn û wê piştevaniyê li Joe Biden bikin.