Civak

Li Qazaxistanê êrîşê gundê Kurda kirin


Roja 11ê Tebaxê nîvê şêvê bi dehan Qazax êrîşê gundê Qasqabulakê kirine. Nişteciyê Qasqabulakê hemû Kurdin û ev gund wek gundê Kurda tê zanîn.Gundê Qasqabulakê gêrêdayê nehiya Talasê ye.

Êrîşker bi otomobilan ketine nava gund, cam û pencereyên gundiyan şkênandine,kurd tehdît kirine û ew tirsandine.

Li gora daxûyaniya fermî ya dewleta Qazaxistanê ev êrîş ne ji sedemên nijadperestîyê ne, sedema vê êrîşê pirsgirêkek civatiye.
Lê çavkaniyên herêmê dibêjin ku, ev êrîş nijadperstiye û êrîşkera gotiye divê kurd ji Qazaxistanê derkevin.

Her çiqas hemî êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine binçavkirin jî, tirs di nav gel de berdewam e.

Back to top button