Polîtîk

Helwesta dawî ya Amerîka di derbarê Kurdistanê eşkere kir

James Franklin Jeffrey Nûnerê Amerîka yê Karubarê Sûriye û Şerê Hevpeymanan li Dijî Da’îş ragihand, divê tirkiye bi hemahengî li gel Iraqê, êrîşên li ser PKK encam bide.

Li hevpeyvînekê de li ser malpera fermî ya Wezareta Derveya Amerîka hatiye belavkirin James Franklin Jeffrey di derbarê êrîşa tirkiye ya li ser bingehên PKK li Herêma Kurdistanê ragihand, tirkiye şerê dijî terorê dike û mafê xwe heye, lê belê divê êrîşên xwe bi hemahengiya li gel Iraqê encam bide.

Di derbarê Rojavayê Kurdistanê jî James Franklin Jeffrey balkişand li ser wê yekê û got: Em guh didîn Hikûmeta tirkiye û HSD, ewê niha li holê daye bi awayeke giştî li gel wan da bextewerîn.

Her wiha got: Li gel tirkiye rêkeftina me heye û em pêgirê wê rêkeftinê ne, ji nêzîk ve jî kar li gel HSD dikîn û me peywendiyeke gelek nêzîk heye.

Di derbarê hebûna Rûsya li Rojavayê Kurdistanê jî got: Rêkeftinên me yên li gel Rûsya gelek ne serkeftî ne, lê belê navçe arame û pêşbînî dikîn ku her wiha bimîne.

Back to top button