Dosya

Biden sozê dide yekîtiya Kurdan pêktînîn û dawiyê bi desthilata Erdogan tînîn

Joe Biden Berbijêrê Demokratan ya ji bo Serokayetiya Amerîka û Cîgirê berê yê Serokê Amerîka sozê da, li egera serkeftina li hilbijartina îsal ya Serokayetiya Amerîka, bi hemû awayekê piştevaniya rikeberên Erdogan dike li gel hevpeymanên Amerîka, heta li rêya hilbijartinê, Receb Tayîb Erdogan Serokê tirkiye ji desthilat dûr dixe û Erdogan bi keseke dîktator jî bi nav kir.

Biden li yekem hevdîtina xwe ya li gel rojnameya “Newyork Times” ya Amerîkî piştî bi fermî yek alîbûna wî ya wekî berbijêrê demokratan ya ji bo Serokayetiya Amerîka got: Erdogan keseke dîktatore û dema li hilbijartinê de serkeftinê bi dest ve bînim, bi hemû şiyana xwe ve hevkariya hepeymanên Amerîka piştevaniya hêzên rikeberên Erdogan dikîn, heta ku li hilbijartinê de serkeftinê bi dest ve bînîn û ji desthilat dûr bixîn, ji ber ku karên xwe yên takrewî ew tometbare bi piştevanîkirina rêxistina terorîstiya Da’îş.

Berbijêrê Demokratan ya ji bo Serokayetiya Amerîka balkişandiye li ser wê yekê ku ewê bûye cihê dilgiraniyê hebûna 50 mûşekên hilgirên kûmên navekiyên Amerîkaye li ser axa tirkiye. Ji bo wê yekê hewl didîn li destpêkê de wê mûşek û kûmê navekiyan ji tirkiye vekişênîn û paşê jî li gel hevpeymanên xwe bi hêztir kar dikîn, heta Erdogan û karên wî yên li navçeyê û deryaya navîn(deryaya spî) bi tevahî şikest pê bînîn û wî ji desthilatê dûr dixîn.

Biden got: Demeke zêde ez li gel da bûme û me guftûgoyeke zêde kiriye, ez dizanim ku ew keseke takrewe û armanca wî ya pêkanîna aloziyên mezine li navçeyê de. Ji bo wê yekê pêwîste êdî wî dorpêç bikîn û bi piştevanîkirina serkirdeyên opozîsyon û yekxistina rêzên Kurd li tirkiye bi tevahî li hilbijartinan de şikestê pê bînîn. (Li gor hemû pêşbîniyan hilbijartinên 2023 yên li tirkiye bi dengê Kurdan yek alîker dibe). Bi van du rêyan dikarîn bi hêsanî şikestê bi Erdogan bînîn. Pêwîste ew baca şaşiyên xwe bide û ji desthilat bê dûr xistin. Nabê êm her temaşa bikîn û rawestîn, divê hengavên tundtir bavêjîn, ji ber ku hemû hewlên me bi berpakirina aştî û nehiştina tundutîjiye li navçeyê de, lê belê ew roj bi roj kêşeyan mezintir û aloztir dike.

Erdogan dîktatore û dawiyê li desthilata wî tînîn

Bi piştrastiyê ve em bi tu awayekê naxwazîn li rêya darbe û kûdetayê dawiya Erdogan bînîn, belku mebesta me eweye ku li rêya sindoqên hilbijartinê, grûpên rikeberên tirkiye yek bixîn û wan han bidîn, Kurdan jî yekrêz bikîn û wiha bikîn ku zêdetirê wan beşdariya hilbijartinan bikin, eve nihêniya şikesteke yek alîkerê Erdogane li hilbijartinên paşerojê ya serokayetiya welat da.

Di derbarê zêdetir nêzîkbûna tirkiye li Rûsyayê de Biden got: Tirkiye nikarê heta dawiyê yariyê li wê navberê de bike, gelek baş dizanin ku nikarîn pişta xwe bi Rûsya bibestin, em naçîne nava yariyê, belku ew bi xwe ziyanmend dibin, girîng eweye em bikarin ku rikeberên Erdogan yek bixîn û bi yekrêzî li hilbijartinan de li rûyê Erdogan de rawestîn. Eve dawiyê bi desthilata wî tîne û aloziyên Bakûrê Sûriye û derya spî û êrîşên li ser navçeyên Kurdî yên Iraqê tîne. Eve ji bilî wê yekê ku dosyeya Lîbya jî berev nermbûnê ve diçê û êdî agirê şer li wî welatî nayê geş kirin ku Erdogan yek ji wan karakterane rola xwe li berdewamiya şer û aloziyên li Lîbya de heye.

Bi yekrêzkirina Kurdan û piştevaniya rikeberan Erdogan şikesteke mezin li hilbijartinan de tîne.

Ew axaftinên Biden ya li rojnameya Newyork Times di demek daye ku berê jî medyayên tirkiye bi hûrî dest bi helmetên dijî Biden kirine û dûpat li wê yekê dikin ku serkeftina Joe Biden li hilbijartinên Serokayetiya Amerîka, peywendiyên Washington û Enqere berev xerapbûneke tevahî ve dibe û metirsî heye aboriya tirkiye bi tevahî nêzîkî rûxanê bibe. Ajansa Anadolu ya tirkiye li ser wan nêrînên Biden li Neyork Times babeteke bi Îngilîzî belav kiriye.

Li babetê de dûpat li wê yekê dike ku serketina Biden li hilbijartinê hîç xêreke baş ji bo tirkiye tûne. Ji bo wê yekê hêviya wê yekê dixwazin ku Biden tu demekê nekarê li hilbijartinan de serkeftî bê û tûşî şikesteke mezin bê, ji ber ku bi serkeftina Biden alozî gelek zêdetir dibin û kêşe dikevê nav hevpeymaniya NATO ku her du alî têda endamin. Eve jî bi karesatek li ser Ewrupa û navçeyê bi giştî bi navkiriye.

Baz Ehmed

Back to top button