Îsraîl û Îmarat jî peymana aştiyê wajo dikin

Benyamîn Netenyahû Serok Wezîrê Îsraîlê û Mihemed Bin Zayid Şehzadeyê Mîrnişînê Ebudabî peywendiyeke telefoniyê encamdane û gihîştine rêkeftina li ser asayîkirina tevahiya peywendiyên di navbera xwe. Donald Trump jî rêkeftinê bi dîrokî bi nav dike.
Donald Trump Serokê Amerîka naveroka daxuyaniyê belavkiriye ku li ser hatiye nivîsîn “Daxuyaniya Hevbeşa Amerîka, Dewleta Îsraîl û Mîrnişîna Erebî ya Yekgirtî” û têda balkişandine li ser wê rêkeftinê ku “dîplomasiya dîrokiya aştiye li Herêma Rojhilata Navîn û berev pêşve dibe.”.
Her wiha têda hatiye nivîsîn Amerîka, Îsraîl û Îmarat sûdmendê vê destkefta dîrokî dibin û biryare şanda hevbeşa Îsraîl û Îmarat li heftiyên pêş de rêkeftina dû alî wajo û îmza bikin. Li ser pirsên veberhênan, geştuguzar, geşta asmaniya raste rast, pirsa emnî, hêlên peywendiyê, teknelojiya, uze, tendirustî, çandî, jîngehê, vekirina balyozxaneyan û pirsên dinê ku sûda her du aliyan têda heye.