Civak

Raperîna Ranyayê çirûska yekem a azadî û serxwebûnê bû

Raperîna Ranyayê çirûska yekem a azadî û serxwebûnê bû

Raperîna di roja 5ê adara 1991ê de ku li navçeya Ranyayê destpê bû, li Başûrê Kurdistanê bû gava yekem ya Herêma Federe ya Kurdistanê.

Di sala 2003yan de piştî ku Rejîma Sedam rûxa, Federalî di Destûra Iraqê de bi fermî hate qebûl kirin.

Deskeftinên piştî serîhildana 1991ê jî, yên piştî 2003yê jî encam û berhema hişmendî û tifaqa niştimanî, netewî ya hêzên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê bûn.

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê di roja 25ê Îlona 2017an de di referandûma serxwebûnê de bi rêjeya ji %72 beşdarî dengdanê bûn û ji %93yên dengdêran ji serxwebûnê re gotin ‘belê’. Gelê Başûrê Kurdistanê bi %93yê ‘Belê’ ya xwe ya meşrû, îrade û tifaqa xwe ya netewî û niştimanî bi dengekî xurt îlan kir.

Em bawer dikin ku dîsa bi tifaqa navxweyî , bi hişmendîya niştimanî, netewî dê destkeftinên Federalî yên Herêma Kurdistanê bêne parastin û pêşde birin û bi tifaqa navxweyî dê rêz li îradeya referandûma serxwebûnê bê girtin.

Em bawer dikin ku, heger hişmendî û tifaqeke li ser nirxên netewî û niştimanî hebe, tu êrîş, plan û têkdanên xêrnexwazan dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigire.

Kerkûk Kurdistan e û dê tu hêz nikaribin, bi Kerkûk û Dihok a xwe ve, bi Silêmanîye û Hewlêr a xwe ve, rê li ber Kurdistaneke azad û serbixwe bigirin.

Bi xweşî û nexweşîyên xwe ve , ev tecrubeya 28 salî ya li Başûrê Kurdistanê ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê tecrubeyeke zêrîn e. Em dikarin gelek dersan jê bigirin.

Herweha destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên me hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Parastin, lêxwedî derketin û geş kirina hemû destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke dîrokî, netewî, niştimanî ye ku li ser milê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Em ji xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê re dibêjin, raperîn û serkeftin û azadîya we, raperîn, serkeftin û azadîya me ye jî.

Raperîna Ranyayê çirûska yekem a paşerojeke nû bû. Di 28emîn salvegera Raperîna Ranyayê de em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê pîroz dikin.05.03.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Back to top button