Nivîsar

Qiyamet roja înê 21.12.2012

Di van rojan de piraniya xelkê dinyayê, xasma jî xelkê cîhana îslamî, bawer kirine ku wê roja înê (21/ 12/ 2012) qiyamet rabe.
Rabûna vê qiyamet jî, li gor Salnameya Mayayê hatiye bawerkirin. Destpêka vê salnameyê jî li gor belgeyên mêjûyî, roja 12ê Tebaxa 3114yên berî Îsa Pêxember e.

Pêşî divê mirov bizanibe ka MAYA çi tişt bûne û kengê jiyane!
Pêşî divê bê gotin ku niha li dinyayê 70 cûreyên salnameyan hene ku ji aliyê civakên cuda cuda ve hatine amadekirin û têne bikaranîn.
Li gor hin belgeyên mêjûyî, tê gotin ku xelkek bi navê MAYA li parzemîna Emerîkaya Başûr hebûye. Wî xelkî 3.114 sal berî Îsa Pêxember salnameyek ji xwe re çêkiriye û wek zeman jî pênc hezar sal temen ji bo dinyayê kifş kirine. Yanî li gor wan piştî pênc hezar salî, dawî li dinyayê tê. Ew roj jî, li gor salnameya Mîladî, dike 21/12/ 2012.

Zeynelabidin Zinar

 

Ev xelkê bi nvê Maya, hetanê sala 800ê Mîladî jî hebûna xwe domandiye, lê bipêşketina wî di navbera salên 600 hetanî 800î de çêbûye. Wan gelek peyker, nivîsên li ser keviran û goristan çêkirine û kirine malê mêjû. Lê piştre ka sedem çi bû, kes zêde pê nizane, ew xelk ji holê wenda bûye.

Ev salnameya Mayayê, ji wan 70 salnameyên heyî yek e.  Di wan 69 salnameyên din de, roja qiyametê bi tu rengî nehatiye kifşkirin. Lê belê di gelek ji wan de, nîşan û elametên qiyametê hatine gotin.

Di qurana pîroz de jî behsa Qiyametê hatiye kirin, lê roj nehatiye kifşkirin. Carekê ji Mihemed Pêxember (xxxl) jî roja qiyametê hatiye pirsîn, lê bersiva wî ev bûye: ”Ji bil Xwedê kes nizane ku roja qiyametê kengê ye.”

Li gor ola Îslamê, çewa ku Mihemed Pêxember jî eşkere gotiye, hin elametên piçûk û deh elametên mezin hene divê ku pêşî ew bibin, hêj roja qiyametê were. Hin ji wanên piçûk çêbûne û hêdî hêdî çêdibin. Lê hêj ji wan elametên mezin yeke tenê jî çênebûye. Şeş ji wan elametên mezin ev in li jêrê:

1- Deccal radibe û li nava xelkê digere.

2- Heywanek bi navê Dabbetul Erd derdikeve.

3- İsa Pêxember ji asîman tê erdê.

4- Li nîvgirava Erebî erhejeke mezin çêdibe ku bi temamî nixrû dibe.

5- Roj ji aliyê Rojavayî ve derdikeve û di aliyê Rojhilatê de jî ava dibe. Yanî pergara dinyayê çep çêdibe.

6- Acûc û Macûc derdikevin û ava behr, gol û kaniyan vedixwin û dinyayê ziwa dikin.

7- Li ser ruyê erdê tiştekî xwarin û vexwarinê namîne û jîyanwer tev dimirin.

8- Esrafêl li Nefxa Sûrê dixe û bejna her kesî li devera kul ê miribû şîn dibe û rihê her kesî tê dikeve wê bedenê.

9- Roj ji aasîmanê çaran dadikeve asîmanê yekê û tûjiya germa xwe dide ser dinyayê.

10- Li devera ku niha bi navê bajarê ŞAMê tê binavkirin, navenda Heşrê tê avakirin.

 

Salnama Maya

Li gor hin riwayetan, ev mesela salnameya Maya ku wê 21/12/ 2012 qiyamet rabe, şaş hatiye fêmkirin. Tê gotin ku Mayayîyan gotiye ku ”Wê piştî pênc hezal sal guhertinên wisa çêbibin ku her wekî qiyamet rabe, dê wisa  navûdeng bidin.”

Wek encam dikarim weha bibêjim:

– Li gor zanayên kaînatê, ev diyaya ku em lê dijîn, wê 5 milyar salên din jî li jiyana xwe bidomîne. Piştî wê, îcar tenê Xweda wê zanibe ku êdî rewş dibe çi.

– Li gor baweriya materyalîstî, jixwe tiştek bi navê qiyamet tune.

– Li gor baweriya îdealîstî, ev jî xwe bi olên cuda ve girêdide. Ola dawîn jî ji ber ku Îslam e, pêxeberê Olê gotiye: ”Heta ku yek li dinyayê hebe û navê Xwedê bîne ser zimanê xwe, qiyamet ranabe.”

Ez dixwazim nivîsa xwe bi gotineke folklorî bigehînim dawiyê: ”Qiyameta her kesî, mirin e.”

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

 

Back to top button