Amademe ji bo parastina ala Kurdistanê canê xwe bidim

 

Îro roja alaya Kurdistane, ku yekemcar û li rojekî wiha de li Komara Kurdistanê, bajarê xweşdiviyê Mehabad, hate bilindkirin û hemû şoreşên Kurdan li jêr wê alayê û bi navê azadiyê berpabûne û deryayek xwîn ji bo wê bexşîne. Herdem jî ewe li bîra me ye ku çawa Pêşewa Qazî Mihemed wê alayê bi emanet daye destê Barzanî û ez bi xwe jî li jêr wê alayê hatime dinyayê û heta mabim jî Pêşmergeyê parastina wê alayê me û amademe bi navê wê da canê xwe bibexşim.

Ala li remz û sembola herî pîroz û bilindên neteweye ji bo komkirina hemû gedeyan û derketina li hemû civîn û helkeftên neteweyî û nîştîmaniyan da, li ser vê bingehê jî Parlemena Kurdistanê li 11/11/1999 an de proje yasaya Alaya Kurdistanê pejirand û biryar da 17/12 ê hemû salek bibe roja Alaya Kurdistanê.

Wekî erkekî neteweyî daxwaz ji dezgehên fermî û hemû xelkê Kurdistanê dikim bi rêz ve vê salvegerê bikin ku hêjayî wê xwîna ala bê ku ji bo bilind ragirtina wê nifş bi nifş ji bo wê hatiye bexşin. Her ji vir ve ji bo roja dayik ku hevdeme li gel roja alaya Kurdistanê silavên xwe yê taybet ji bo dayikên Kurdistanê bi giştî û dayikên şehîdên qehremanên me bi taybetî dişînim, bi taybetî neteweya me xwedî wan dayikane ku ji têşke şêrên wiha ji bo neteweya xwe perwerde kiriye ku herdem cihê şanaziyêne.

 

 

Nerîna min :