Beşar Esed windaye

Fermandarê giştî yê hêzên arteşa Azad general Selim Idrîs di daxuyaniyek ya xwe de eşkere kir ku ketina rejima Esed gelekî nêzîke .

Îdrîs da xuyakirin ku, di destê wande çêkên ku bikaribin qesra serokkomariyê bêxin di destê xwe de hene.

Herweha Îdrîs dibêje ku di destê wan de malûmat hene ku gelek fermandarên hêzên rejimê malbatên xwe rêkirine hinek welatên cîran wek Libnanê.

Îdrîs got:  Tirsa me ya herî mezin karanîna çekên kîmyawîne. Em cihê van çekan dizanin û me ferman heye ku ji berî rejim van çekan bi karbîne em bikaribin bêxin di bin kontrola xwe de. Ji bo vê em amadene.

Selîm Îdrîs da xuyakirin ku, Esed windaye û kesek niha cihê wî nizane. Îdrîs piştî ku hêzên arteşa azad ji nûve xwe rêxistin kirin di roja 7.12.2012-ê bû fermandarê giştî yê hêzên Artêşa Azad.

Nerîna min :