Nivîsar

Tirkiye Tirkman firotin

Li Tirkiye  madya dengê Ergenekonê û Kemalistan ji bo pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de heyîn gelek acizin.Herweha bûyerên li herêmê çêdibin û di van bûyerande ji rolê serokê Kurdistanê gelekî ne xweş halin. Lê nizanin çi bikin. Ev nivîs beşeke ji kîn û nefret a Kemalîstan.

 

“ Tirkmenên Iraqê kirin îmê çûka. Ew Barzaniyê ku hun pê şenaziyê dikin xaka Tirkmana wek deverên Kurdistanê yên li derveyî herêma Kurdistanê bi nav kir.

Barzanî ji bo van herêman li dijê hukumeta nawendî şerek ragihand. Tirkiye bê alî ma. Niha şer xilas bû lê Barzanî  gotina deverên Kurdistanê yên li derveyî herêmê wek tîrekî kir di çavên me de. Barzanî ev gotin fermî kir.

Ev dever, Kerkûke, Diyalaye,Selahadîne û Musile.Lê Enqere ev yek piş guhê xwere avêt.

Barzanîyê ku pê şenazî tê kirin, li Suriye li gel PYD-ê hevpeymanek pêkanî û ji niha pêde PKK a Suriye PYD  bi fermana Barzanî li dijê rejima Esed şer dike.

PYD ket di nav refên opozisyonê de. Nihad ê Tirkiye û PYD mil bidin hev û dijê rejima Suriye şer bikin.

Davutoglu got: Li Suriye Federasyon yan jî xweseri, dê ew bi xwe biryara xwe bidin.

Başe emê dest bidin destê PKK-ê û dijê Esed şer bikin?

Rewş eşkereye. Niha xwe amade dikin destê Îmralî û Qendilê jî bigrin.Lê wezîrê derve Davutoglu dibêje ez şûna destê xwe bidim destê Esed ezê îstifa xwe bidim çêtir e.

Rewşa Tirkmenên Iraqê bi vî awayî ye nihajî bi germî li Tirkmenên Suriye dinêrin. Dixweyê cevaziyek navbera Tirkmenên Iraqê û Suriye de heye. “

Back to top button