
Kê 101 girêk li werîsê wan daye ku bi sedê salan e dikin û nakin nikarin vekin? Kê morîka xewê xistiye guhê wan ku nikarin ji temara mirinê şiyar bibin û lixwe hay bên?

Nûrî Çelîk
Ehmedê Xanê gotibû:
Em mane di hikmeta xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Birastî carna serê meriv tevlihev dibe û meriv ji nav meselê dernakeve. Mejî dixilqe, venabe, vebe jî qencî û xirabîyê,başî û nebaşîyê ji hev dernaxe. Mejî diweste, pê re laş û beden jî diweste û destê meriv hew li tiştekî digere ku meriv binivîse, binivîse jî li ser çi binivîse.
Di dîrokê de gelek qewm û millet ji dîrokê wenda bûne. Jiwan re digotin „ Qewmên Naletlêhatî“. Wek Qewmê lût, wek Qewmê Nemrûd, wek Qewmê Semûd û Şûayb. Hinek ji wan qewman bi qudretek îlahî, hinek bi qudretek xwezayî û hinekjî bi qudreta navxweyî têk çûne, hevdu têk birine û wendabûne.
Nizanim ne em Kurd jî wek wan qewman „ Qewmê Naletlêhatî ne, ne na. Gava meriv ji rewş û hale kurdan dinere, lê difikire û dibîne, bike neke pirsek wek ÇiyayêAraratê dikeve sere meriv û meriiv xwe bi xwe difikire, şik û guman di sere meriv de çêdibin.
Ev qewmê resen, ew qewmê ku dê û bavên piranîya qewm û milletên dinyayê ne, ev zimanê ku dayika piraniya zimanê dinyaye ye, çima ketiye vî halî, çi qebhet kiriye ku blindest maye û bi sedê salan e nikare wek beşerên xwedê serbest û azad bijîn! Gelo kê nifir li wan kiriye, kê nivişt û devgirêdanên reş ji wan re çêkiriye? Kê 101 girêk li werîsê wan daye ku bi sedê salan e dikin û nakin nikarin vekin? Kê morîka xewê xistiye guhê wan ku nikarin ji temara mirinê şiyar bibin û lixwe hay bên? Kê bizir û tuxmê berberî û neyartîyê avêtiye erdû zevîyên wan ku şerê hev dikin û nikarin li hev bên?
Û bi sedan pirs û şik û gumanên din…
Bi erdheja Bakurê Kurdistanê Kurdan derbek bê derman xwar, bi sedhezaran mirin (helbet rastî nayê gotin) û dîsa ket nav sinorên Qewmê Naletlêhatî. Ev ne bes bû, îcar lehî li wan rabû, dîsa mal û canê wan ket ber terş û talanê. Lehîya Ruha û Semsûrê erdhej li Kurdan dubare û sêbare kir. Ev ne nîşanên Qewmê Naletlêhatî bin naxwe çi ne? Û ji xwe berberi, şer û perçûnên şexsî, malbatî, eşîrtî û partîtîyê zêdebûna ser kezebêne. Ev ne nîşanên Qewmê Naletlêhatî bin naxwe çi ne?
Îcar tew êşa li ser êşê, Newroz ê jî da dû erdhejê û dive bêpîrozkirin. Di vê malxerabî û malwêranîyaerdhejê de em Newrozê pîroz bikin derdek e, em pîroz nekin derdekî din e. Cejnek Netewî ye. Em pîroz nekin nabe, em pîroz bikin emê bêhurmetiyê li hember sedhezaran mirî û mexdûrên erdhejê bikin. Ma ev jî ne nîşana Qewmê Naletlêhatî ye?
Û gava ev tev dikevin ser hev, tenê bersivek jê re dimîne:
Yan emê rêyekê ji xwe re bibînin, yan jî emê rêyekê ji xwe re vekin!
Wekî din emê nikaribin ji toqa Qewmê Naletlêhatî
…