Milley bersiva Enqerê da

 

Sererkanê Amerîkayê Mark Milley, bersiva rexneyên derbarê serdana wî ya surprîz a Rojava da. Milley got ev serdana ku berteka Enqereyê kişand “serdanek rûtîn û pêwîst bû”. Sererkanê Amerîkayê Milley, berî niha bi hefteyekê serdana leşkerên Amerîkî yên li Rojava (Sûriyê)kir. Di serdanê de Balyozê Enqere yê Amerîkayê Jeff Flake ji bo Wezareta Karên Derve hat gazîkirin û nerehetîya Tirkiyê ya li ser serdanê ji Flake re hat ragihandin.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, Milley piştî civînên virtual yên Koma Têkilî ya Ukraynayê ya ku li Wezareta Berevanya Amerîkayê pêk hatin, bi Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re civînek çapemenîyê li dar xist. Milley, di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da û di derbarê serdana xwe de got:  “Serdana min bi armanca serdanek rûtîn û ji bo kontrolkirina hêzên kar, nirxandina rewşa wan û paraztina hêzan bû”. 

Milley bi bîr xist ku li Sûriyê nêzî 1000 leşkerên Amerîkayê hene û wiha got: “Di metirsîyê de ne. Ji alîyê gelek aktorên Sûriyê ve dem bi dem bi cebilxaneyên cûrbecûr êrîş li wan tê kirin. Ji ber vê yekê divê ez biçim wan kontrol bikim û teqez bikim ku li ser wezîfê ne”.  Sererkanê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye û Amerîka bi salan e berjewendîyên hevpar hene û got, “Bi salan e em li wir in. Berjewendîya me ya hevpar têkbirina mayînde ya DAIŞê ye. Xilafet hilweşîya. Lê bermahîyên rêxistinê hê jî li wir in. Bê guman ew tiştek bû ku ez bikim. Tam guncaw e ku Sererkanek rewşa hêzên Amerîkî kontrol bike, nemaze dema ku ew di rewşek zirardar de bimînin”.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: