Polîtîk

Qeredaxî weke zanayekî kurd di nava cîhana îslamê de cihê şanazîyê ye

Duhî li bajarê Hewlêrê,  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê pêşwaziya serokê giştîyê  Yekîtiya Zanayên Olî Îslamê ya Cîhanê Dr. Elî Qerdeaxî kir.

Di hevdîtineke de ku, hijmareke zanayên ola salmê jî tê de amade bûn, ji bilî nirxandina rewşa giştî ya Kurdistanê, pêşkeftinên dawî yên deverê û bûyerên heyî yên li deverê jî hatin nîqaşkirin û her dû alî tekez li ser yekdengiya gelê kurd ji bo çareserkirina kêşeyên heyî weke pêdeviyeke sereke ya pêvajoyê destnîşan kirin.

Di berdewamiya hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî rola Dr. Elî Qerdaxî ji bo çareserkirina kêşeyên curbicur girîng wesif kir û rol û pêgeha Qeredaxî  weke zanayekî kurd yê jêhatî di nava cîhana îslamê de bi roleke girîng û cêhê şanazî û serbilindî wesif kir.

Back to top button