Derbaz Yunis rêveberê giştî yê kompanya Kurd Melodî bo berhemanîna hunerî ragehand ku yekemîn albûma ayînî ya hunermendan Loke Zahîr û Mîre ku taybete bi meha Remezanê hat belavkirin.
Derheqê belavkirina albûmê de Derbaz Yunis got:
– Yekemîn albûma ayînî ya hunermend Loke Zahîr û Mîre ku taybete bi meha Remezanê hat belavkirin. Ew albûm ji 7 trakan pêkhatiye, hemû stran olî ne û melodiyên wan ji aliyê hunermend Helkewt Zahîr ve hatine amadekirin. Hevdem tekst jî ji aliyê Pîremêrd, Heme Seîd Îbrahîm, Mehmûd Sengeserî û Nebez Eshed ve hatine nivîsîn.
Herwiha çend klîbên olî ku bi taybetî ji wê albûmê re hatine çêkirin, di çend rojên bê de ji hemû kanalên ragehandinê re tên şandin. Yunis di dawiya axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ew albûm berhemê kompanya Kurdmelodî ye û sponsorên wê jî Banka Zanyarî, Kompanya Yasîn û Kompanya Profîlo ne