Polîtîk

Bûrkay sipasiya Swêdê kir û xatira xwe jê wê xwast

Tack Sverige!
 
Spas ji te ra Swêd!
 
Ez, Kemal Burkay, wek sîyasetmedar, şair û nivîskarekî kurd, 31 sal 4 meh berê  mecbûr mam ji welatê xwe derketim. Ji ber ku rêvebirê partîyeke sosyalîst û kurdistanî bûm û li wî welatî him sosyalîzm qedexe bû him jî navê kurdan û Kurdistanê. Tevgera azadîyê û demokratîyê, tevgera bindestan bilind dibû û dengê solên faşîzmê dihat.

Piştî derketina min pir ne borî, li Tirkîyê derba leşkerî pêk hat û wek hemû azadîxwaz, demokrat û aştîxwazan gelek heval û hogirên min jî hatin girtin, eza û tedayên giran dîtin û hinek ji wan hatin kuştin.

Piştra, wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, min xwe li te girt. Ji ber ku him welatekî demokrat bûyî, him jî delal û paqij… Dilê min ê şair ji te hez kir.

Ez li vir bûm penaber, wek gelek kesên ji çarkoşeyê dinyayê; tirk, filistîni, şîlî û hwd… Te hembêza xwe ji me kurdan ra jî vekir. Zarokê me kurdan ku nikaribûn -û hîn jî nikarin- li welatê xwe bi zmanê xwe bixwînin, te ji bo wan jî rê-olax vekirin, ku bikaribin bi zmanê xwe bixwînin. Heya te mekteba mamosteyên kurd vekir. Dezgeyên te yên civakî û çandî piştgirîya rewşenbîrên kurd kirin, ku bikaribin bi kurdî weşanan derînin, kitêban çap bikin. Çanda me li welatê me qedexe bû, lê li vî welatî gul veda. Bi dehan nivîskar, şair, romannivîs û lêkolînerên kurd gihîştin.

Serokê te yê delal, Olof Palme got: ”Kurd milletekî mezlûm in û divê alîkarîya wan bê kirin.”

Spas ji te ra Swêd!

Ez li vî welatî wek mirovekî azad jîyam. Swêd bû welatê min ê duduyan. Te jina min û zarokên min jî hewandin. Bi pasporta te ez welat bi welat gerîyam û min bi serbestî sîyaset kir û nivîsand. Bi saya dorberê te yê delal; bi saya delalîya kendav û cizîrên te, çem û robar û gir û çîyayên te, bi saya daristan û gul û gîya, dar û berên te, min bi sedan şiêr nivîsandin. Ew şiêr jî bila dîyarîyê te bin.

Ne tenê biharen te yê rengîn û şevên te yên sipî, zivistanên te yên bi şevên dirêj û bi berf û qeşa jî bo min gelek delal bû.

Nuha, piştî 31 sal 4 mehan, rê vebû, vedigerim welatê xwe yê berê. Welatê min jî bi çiya û çemên xwe, bi deşt û zozanên xwe, bi gul û gîyayên xwe delal e. Hêvîdar im ku dem bê û ew dem ne dereng be, ew jî wek te bibe warê azadî, demokratî û aşitîyê. Xelkê welatê min ji bo azadî û aşitîyê bedêlek mezin daye û ew tişt heq kiriye.
 
Belê ez diçim, lê ezê bîra te bikim û eger emir û jîyan dest bide, dîsa car cara bêm, te bibînim. Tu welatê min ê duduyan î.

Nuha xatirê te Swêd!
Xatirê te Olof, xatirê te Anna, xatirê te Mona!
Xatirê we hemû dostên min ên delal!

Tack Sverige!

Kemal Burkay
Tirmeh 2011-Stokholm

Back to top button