Qanûna parastina mafên karkeran de di konferensekê da bê serast kirin
Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da got ku ji bona zêdetir xizmetkirina karkeran û parastina mafên wan wezareta kar û karûbarên civakî bi pêwîstî zanî ku qanûna teqawîda karkeran û parastina mafên wan yên civakî serast bikin.
Wezîra kar û karûbarên civakî got: ”Ji bo vê armancê me li wezareta kar û karûbarên civakî kûmîteyek ji kesên şareza û pispor û ji aliyên têkeldar pêkanî bû. Wê komîteyê piştî gelek civînan qanûna navborî serast kir.
wezîra kar got ku ji bona zêdetir zangînkirina qanûna teqawîda karkeran û parastina mafên wan yên civakî dê di meha xizîranê de konferensek ku, dê kasên şareza û pispor tê de başdar bin, li Hewlêrê bê saz kirin.
weke tê zanîn ev demeke wezareta kar û karûbarên civakî mijûlî amadekirina qanûnekê nek u bikare mafên karkeran li herêma Kurdistanê biparêze. Piştî konferensa li Hewlêrê tê saz kirin û di hemû waran de qanên serast bikin, ew qanûn dê ji civata wezîran re bê şandin.