Polîtîk
Amererîka daxwaz ji Ellawî nekiriye ku hukumetê pêkbîne
Li gora nûçeya ajansa PNA, di beyannameyekê de cihgirê nûnerê taybetîyê Amerîka yê li NY Patrîk Ventrell ragihand, ku roja pêncşembîya derbasbûyê di çend kanalên ragihandinê yên ereb de nûçeyek ne dirist ( şaş ) hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de weha hatîye nîşandan, ku nûnera Amerîka ya li NY Sozan Rise daxwaz ji serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî kirîye pîkolan bike, da ku ew bi xwe hukûmeta nû ya Iraqê pêk bihîne.
Herweha Patrîk Ventrell got, ku bêjedanên Rise gelek zelal û aşkira bûn û Rise tenê bi şêweyekî giştî daxwaz ji berpirsên Iraqê kirîye, ku di prosesa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de lez bihêt bikin û ne tenê behsa berpirsên lîsta Eliraqîyye û Eyad Ellawî kirîye.