PYD şoreş nake, dewruteslîm li gel rejîmê da dike!
Mixabin ew derfeta li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd hatiye pêş, mijule li ser destê PYD bi tevahî ji dest diçê, ji ber ku hevserokên wê îro bûne destek ji bo bi cîhkirina nexşe û plana dijminan û neyarên gelê Kurd li Sûriye û herêmê de.
Îro gelê me yê Kurd li Rojava baca şaşî û xiyanetên grupekî Kurdî dide. Baca siyaseta demagogiya Saleh Muslîm Hevserokê PYD dide, hemû ew girift û malwêraniya îro beşekî neteweya me pêve dinalêne, bi sedema siyasetên PYD ve ye, ku bûye sedema reşkirina asoya paşaroja Kurd li Sûriye. Hevserokên vê grûpê roj bi roj peywendiya gumanlêkiriyên xwe li gel rejîma Sûriyê de bi hêztir dikin, heta helwesta Kurd pê lawaz bikin. Ji bo wê yekê nahêlin Kurd xwedî yekgotarî û bername û projeyekî xwe ya siyasî hebê li her kor û konferansek de ku ji bo dosyeya Sûriye bê encamdan, bi Genev 2 ve jî ku niha birêveye.
Îro PYD bi eqliyetekî rik hilgirtî û anîna dûberekiya li nav rêzên Kurd de, bûye rayelekî bi hêzê bi cîhkarê senaryoyên rejîma Be’es û hevalên wî.
Ji bo wê yekê divê xelkê her çar beşên Kurdistanê û aliyên siyasî, bi muzayedeçiyên navxweya Herêma Kurdistanê ve jî, wê pirsiyarê bikin, Gelo destkeftên PYD ji bo gelê Kurd çine? Bi navê çi PYD bi wekalet şer ji bo berjewendiya rejîma Bees dike. Wê rejîmê tiştek ji bo gelê Kurd nekiriye û nake û pencih sale tenê mafê welatîbûnê jî wan bêbeş kiriye.
Gelo ew şerê PYD li gel Bereya Nusre de destpêkiriye xizmeta kijan berjewendiya neteweyî ya Kurd dike? Li aliyek ve jî ew şer bûye sedema koçberbûna dehan hezar kesan û çolbûna Rojava.
Li rûyê emnî û muxaberatî û serbazî û siyasî ve PYD beşeke ji rejîma Be’esa Sûriye û tenê ajanda û siyaseta rejîmê piyade dike.
Divê PYD bersîva gelê Kurd û aliyên siyasiyan bide ku ji bo çi xizmeta rejîma Sûriye dike û wê şerê aniye ser axa Kurdistanê?
Ev hemû pirsiyar wê baweriya me bi hêz dike ku ewê PYD li Rojava dike, navê wî ne şoreşe, belku dewruteslîmeke li navbera wan û hêzên rejîmê de, ji bo demekî nediyar û pir metirsiya paşaroja gelê Kurd li Sûriye dike.
Hawdeng Farûq