Polîtîk

Rejîma Esed çi erkekî daye PYD?

Li dû rojên derbasbûyî de hate belav kirin ku PYD kariye derbasgeha sînorê Til Koçer ya li navbera Iraq û Suriyê de kontrol bike. Eger ewe bizanîn ku çend heyveke PYD hemû hewlên xwe ji bo girtina wê derbasgehê terxan kiriye, têdigihîn ku armanca PYD ji wê operasyonê çi bûye. 

Helbet rastiyekî heye ku girtina wê derbasgehê li gel hêzên Malikî û piştgirî û hevkariya tevahiya artêşa rejîma Sûriye bûye û şahidê bûyerê dibêjin hêzekî mezinê erdî û hewayî ya rejîma Sûriye li wê operasyonê de piştgiriyê li hêzên PYD kiriye.

Êrîşa hevbeşa artêşa rejîma Sûriye û hêza Iraqê û PYD ji bo girtina wê xala sînorî destpêkeke nû ya hevpeymaniya veşartiya li navbera wan aliyane, lê belê pirsiyar eweye ku ev hevkarî ji bo çi ye? Bersîva vê pirsê bi eşkere wê erkê nihênî eşkere dike ku dane PYD.

Girtina wê derbasgehê vekirina rêyekî axa raste rast li navbera rejîma Sûriye û Komara Îslamî ya Îranê de ku ev demeke rêya yarmetiya serbaziyên ji bo Sûriye lê hatibû girtin û êdî bi hevkariya Malikî li rêya wê rêyê dikarin bi hêsanî hemû hevkariyek ji bo Esed bişînin.

Li destpêka wê dewrûteslîma li navbera artêşa rejîma Sûriye û PYD de, bi eşkere derket holê ku rejîma Sûriye mehane bi çil milyon dolar, çekdarên PYD bi kirê girtiye û kiriye pasevanên bîrên neftê. Her wiha ew şerê PYD li gel bereya Nusre helgîrsand her ji bo bi cîhkirina wê erkê bû ku ji aliyê rejîma Şamê ve bi wan hatibû spartin.

Erkekî din ku rejîm bi PYD spardiye û ew jî gelek dilsozane ji bo wan bi cîhkir gûherîna hêla stratejiya Hewlêr – Qamîşlo bû ji bo hêla muxaberatiya Tehran – Qamîşlo-Bexda-Şam. Armanca serekiya wê erkê jî dûrxistina bandora neteweyî û ji holê rakirina hêviya Kurdên Rojavaye, da ku êdî bîr li azadiyê nekin. Her ji bo vê yekê niha tevgerên çekdarên PYD li gel xelkê Rojava gelek ji Leşkerên Esed jî xeraptire û dixwazin wiha li xelkê bikin ku hêviyê bikin ku rejîm vegere cihê xwe.

Hemû ew welatfiroşiya PYD li demek deye ku her li destpêka hilgirsana şoreşa gelên Sûriye ve hêzên Kurdan armancên ewe bû ku şer û pevçûn nekevê nav Herêmên wan ji ber ku herêmekî hejare û nikare bergiriya şer û nexweşiyê hilgire. Lê belê PYD bi fîtika rejîm û li ser daxwaza rejîm wê şerê anî nav axa Kurd û bi wê sedemê jî hezaran welatî mal û halê xwe bi cîh hiştin û hejmareke zêde jî bûne qurbanî.

PYD li demek de wiha bê şermane li beramber destketina pareya reşa rejîmekî xwînmij de pişta xwe li tebayî û hevkariyî li gel aliyên Kurdên din kiriye û ne amade ye bibê hevkar ji bo bi destxistina destkeftek ji bo gelê Kurd li Rojava û bê perwa hemû wan erkan bi cîh dike ku ji aliyê rejîmê ve dane wan û ajandaya neyarên Kurd bi cîh dike ku ji bilî li êş û jan ji bo gelê Kurd tişteke din têda tûne.

Ev siyaseta şaşa PYD bûye sedema wê yekê ku Rojavayê Kurdistanê bibê bereya şer û take çareserî jî eweye ku PYD ji himbêza rejîm derkeve û vegerê nav yekrêziya aliyê Kurdan û girêdayî wê bernameyê bê ku hemû alî li Hewlêr li ser pêk hatibûn.

Hişyar Kurdistanî

Back to top button