Derenge, Kerkûkê vegerînin / Lîza Felekedîn Kakeyî
Li Rojhilata Navîn de, welatê Iraq bi dirêjahiya hukma xwe ya dîktatoriyane û piştî wê jî bi sedema encamdana kirdara terorîstî, nêzîkî 30 sale bûye meydana bikaranîna tûndutîjiyê û heta niha jî berdewamiya xwe heye.
Li sala 2003 piştî rûxana Seddam Husên, bi dehan Seddamê din li vî welatê bênaz de serî hildane û ewê şiyana hilgirtina çek hebê an jî welatê Îran piştgiriya wî bike, hêz digrê dest û ceng dike, bi navê bi destxistina beşekî başê neft, neku bi navê parastina canê Iraqiyan û parastina emniyet.
Bi vê sedemê jî bajarê Kerkûk ketiye nava vê cengê û bûye hedefa serekiya terorîstan. Kijan roj heye guh li encamdana kirdareke terorîstî û revandina xelkekî bêguneh nebîn.
Ji aliyeke din ve gengeşeya mezhebî û qewmî yekekî dine li berbestê sextên ku wiha rêgire bi navê pêkanîna emniyet û sîstemekî demokratiya temam. Bi taybetî bajarê Kerkukê, ji ber ku runiştvanên fireh qewmî û mezhebî bi xwe ve digre.
Xwezî em Kurd, bi taybetî Kurdên Başur, berî wê yekê li gel xwe de bicengîn û hevdû qebûl nekîn, mijulî vegerandina herêmên veqetiyayî ya xwe bîn û hewl ji bo wê bidîn, êdî li asta şehîdbûna welatiyên xwe û rûxandina bajar û gundên me yên kevin bêdeng nebîn. Ji ber ku nexwe dereng dibê û ji destê me diçê.
Neft û gaza xwezayî ne girînge, girîng nîştîmane, girîng jiyana welatiyên meye, girîng Kerkûk bi xwe ye. Mafê me heye daxwaza axa xwe yên paşmayî bikîn, renge hêsan nebê lê belê ne mehal û ne mumkine jî…
Di derbarê rewşa Kerkûkê her carê guh li nûçeyeke nexweş dibim, ez bi xwe dibêjim (Çima Kerkûk ewqas ji me dûre? Ji bo çi nabê Kerkûk wekî Hewlêr û Silêmanî û Dihok aramiyê li ser xwe de bibîne? Ez jî Kurdim, ez jî Kerkûkîme, Kerkûk jî Kurdistane).
Lîza Felekedîn Kakeyî