PYD jiyana dîktatorî û kuştina azadiyê birêve dibe
• Ew kêşe û gîr û giriftên ku îro PYD ji bo wê beşa Kurdî Kurdistana bindestê rejîma Be’esa Suriyê dirust kiriye, ne peywendî bi xala sînorê Sêmalka ve heye û ne peywendî bi jeneratora kareba ve heye ku qaşo li Herêma Kurdistanê ve nahêlin biçê aliyê dinê Kurdên Rojava û ne peywendî jî bi tedexul û qaşo xwesepandina tu partî û aliyekî siyasî ya Herêma Kurdistanê ya li ser Kurdên Rojava de heye. Ewên pêş ve hemû sedemên bêbingeh ya veşartina rastiya meseleyê ne û sedema wan yê rastîn ew pirsgirêkin ku îro PYD mijule me hemûyan tûşî wê dike!
• Çavkaniya rastiya wan pirsgirêkan ew merc û ew eqliyeta siyasî û îdeolojiye ku PYD li ser hatiye avakirin û kirdarên wê pêşkêş dike. Bi hukma wê yekê merce’ê siyasî û ideolojî ya PYD marksîzme bi awayê stalînî. Êdî divê li benda ewe bîn ku Stalîn çi xêr û bereketekî ji bo gelên Rûsya hebû, PYD û serkirdeyên wê yên rastî niha PYD heman xêr û bereketê ji bo gelên Sûriye û bi taybetî jî ji bo Kurdên Rojava dibe. Dîktatoriyet her dîktatoriyete êdî yê Stalînî ya Yekîtiya Sovyeta berê bê yan yê Kîm Ayl Song ê Korya Bakûr bê yan yê Maoçosîtongî Çînê bê yan jî yê Polpotî ya Kamboçya bê yan yê Honîkerî Elmanya bê yan yê Musolînî yê Îtalya bê yan yê Frankoya Îspanya bê yan yê Be’esa Sedam û Be’esa her dû Esed û yan yê vî Saleh Muslîmê PYD bê! Ewe her ev cûre partî û merce’a siyasî û ideolojiyane ku carek bi navê dîktatoriyeta Proleterya û carek bi navê Demokratiya Gel û carek bi navê Sosyalîstî ya Nîştimanî, jiyana takrewî û dîktarorî û kuştina azadiyê li nav civaka xwe de bi cîh dikin.
• Bila bi hurî neçim ser esl û fesl û raya siyasetên PYD û merce’a wê û karê wan li Sûriye ku dîrokeke dûr û dirêj heye û li tehemula vê xalê diyare û tiştên xerîb û balkêş têda heye. Lê belê her wê yekê dibêjim ku li destpêka sala 1996 bû min serdanekî Şamê kir, li wir her wekî beşek ji fizuliyeta xwe min hinek pirsiyar li ser merce’a vî Saleh Muslîm û PYD ya îro kir û min van tiştan bihîst:
1. Her li wan rojan ew gencê Kurdên Rojava ku wan deman bibuna çekdarê merce’a îro ya PYD li cem rejîma Be’esa Sûrî ve bi xizmeta serbazî ji bo wan gencan dihate hesab kirin! Wate ewê ku li cem hêzên çekdarên merce’a îro ya PYD çekdar bûya, li cem rejîma Be’esa Sûrî wekî ewe wiha bû ku li nav artêşa wê rejîmê de bê û xizmeta serbazî ji bo wê rejîmê bike! ku zêdetirê partiyên dinê Kurd bi tirs û lerizandinê ve daxuyaniyên xwe yan belavokên xwe belav dikirin!
2. Her salek budçeya Hikûmeta Sûriye tûşî kurtanînê bibûya, wê demê merce’a PYD ya îro û Saleh Muslîm beşekî wê pereyê zêde û ji derve û nav ve û beşa zêdeyê bi tehdîd û zextkirina li ser xelkê kom dikirin, didan hinek kanalên wê Hikûmeta Be’esî ya Sûrî! ku serencama merce’a PYD ya îro bi serdanekî Husnî Mubarek û tehdîda Mesûd Yilmaz li Sûriye hate derxistin û li xwe li Îmralî dît! Ji bo wê yekê bawer nakim Be’esa Sûrî encamên baştir ji bo Saleh Muslîm bike ku ji bo biraderê Îmralî kir!
Cemal Ebdullah