Turk û durûtiya siyasî

Li gor ANF’ê, Ehmed Turk nerazîbûna xwe astengkirina çûyîna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bo Başûrê Kurdistanê da û got:

“Kurd sînorê xwe li Kurdan digirin. Kek Mesûd Barzanî bivir li lingê xwe dixe. Ev helwesta wî dikare di nava Kurdan de rê li ber encamên negatîf veke. Eger em nebin yek, emê bandora xwe ya li cîhanê winda bikin. Yekbûn û yekitiya me, dê bi dijminên Kurdan gavan bide avêtin.“

Di vê daxûyaniya Ehmet Turk de pirsek heye. Gelo Ehmet Turk bi xwe jî baweriyê li vê daxûyaniya xwe tînê? Ev siyaseta durû rastiya van kesane. Turk dema li Başûr e û di huzura serokê Kurdistanêye dibe kesek din û gotin û nirxandinên tên guhertin.

Dema daxûyaniyek bi vî awayî jî didin û piştre rêya wan li Kurdistanê dikeve vê yekê inkar dikin. Dema Turk behsa yekitiya Kurdan dike baş dizanê ku serokê Kurdistanê ji bo yekitiyek di nava tevgera Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêkbîne gelek hewldanên mezin kirin û ew yekitî jî pêkanî.

Lê siyaseta li gel rejima Esad û tirsa PKKê nehişt ev yekitî bikevê jiyanê. Başe Turk dikare yek gotinekî di derbarê siyaseta qirêj ya PYDê de bêje?  Nexêr nikare.

Li ser kesayeta Turk û siyaseta ku rêve dibe gelek tişt hene ku bêne gotin .Lê rastî ne hêjayê gotinêne.

D.Jelî/Rojevakurd

Nêrînek

  1. Ez bawerim Berez Ehmed ji edi nikare here bashure welet. Hun di wi ji qedexe bikin.\r\nHelwesta we pir nishtimanperweriye!!! Xwede we biparize

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: