Cîhan

Putin: Divê pirsa kurd li Sûryê were çareserkirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi pêdvî dizane  ku pirsgirêka Kurd li Sûriyê were çareser kirin û got ku, ew fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê fam dikin.

Pêncşemê, 19-12-2024, Serokê Rusyayê Vladimir Putin, di dema civîna çapemeniya xwe ya salane de di derbarê hilweşîna rejîma Beşar Esed û geşedanên dawî yên li Sûriyê û çareseriya pirsgirêka Kurdî axivî.

Di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî li rojavayê Kurdistanê, serokê Rêsyayê got: Diviyabû pirsgirêka Kurd li ser demê serokê berê yê Sûriyê bihata çareserkirin, lê niha jî pêwîste  pirsa kurdî bi wan kesên ku niha axa Sûriyê kontrol dikin çareseriyek ji pirsa kurd re bibînin. 

Putin di axavtina xwe de ew yek jî got ku dewletên roja wisa didin xuya kirin ku Rûsya li Sûriyê şikestiye, lê wî got ku ew daxuyaniyên ji dewletên rojava derdikevin nerastin û ” me peywendî digel hemê aliyên sûrî yên niha li Şamê ne, hene.

Back to top button