Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Êzidiyan dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê da cejna Rojên Êzî li hemû êzidiyan bi germê pêroz dike ê ceneke xweş û aram ji hemûyan ra dixwazeç

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe da xûşk û birayên êzidî pişitirrast ku, Kurdistan dê her welatê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û dê her pişitevan û parêzvanên maf û daxwazên wan yên rewa be. 

Ev li jêr peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Êzidiyan dike

Ez cejina Rojî Êzî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û tevaya xûşk û brayên me yên Êzidî li Kurdistan, Iraqê û li her cihekê lê bin, bi germî  pîroz dikim. Cejineka xweş û bihênvedaneka aram û tena ji hemûyan ra dxwazim.

Em xûşk û birayên xwe yên Êzidî pişitirrast dikin ku, Kurdistan dê her welatê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û dê her pişitevan û parêzvanên maf û daxwazên wan yên rewa bin, herwesa, em dê harîkar bin ji  bo başitirkirina rewşa jiyana wan û avedanikirina deverên wan.

Cejin li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

19.12.2024

Back to top button