Cîhan

Amerîka: Dê leşkerên me li Sûryê bimînin

Berdevkê Wezareta Berevaniyê dibêje, hêzên Amerîkî li Sûriyê ne ji bo şerê çekdarên DAIŞê berî pêşketina Esed.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder îro Pêncşemê got ku Amerîka dê şerê dijî DAIŞê berdewam bike.

Pat Ryder got ku hêzên Amerîkî dê li Sûriyê bimînin û berî rûxandina rejîma Beşar Esed lhêzên Amerîkî  wir bûn.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê got, Ew hêz li Sûriyê ne daku şerê çekdarên DAIŞê bikin.

Cîgirê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel jî îro roja pêncşemê (19.12.2024) di reskonferensekê de got: “Rejîma Esed bi sedhezaran kes li Sûriyê kuştine, îşkence kirine û winda kirine. Rejîma Esed li Sûryê bi dawî bû, ev jî kiryareke dadmendî a  bingehîn e” .

Patel got jî ku, rûxana Esed derfeteke dîrokî ye ji bo gelên bindest yên Sûriyê ji bo avakirina paşerojeke baştir ji bo welatê xwe yê serbilind.“Em tekezî li ser wê yekê dikin ku bi hevkarên xwe, aliyên Sûriyê û gelê Sûriyê re kar bikin ji bo ku em vê derfetê bikar bînin û di paşerojê de vê metirsiyê ji holê rakin.

Back to top button