Ebdî behsa vekişandina“Çekdarên PKKê“ dike..!
Fermandarê Giştî yê HSDê Ebdî daxûyaniyek da Reutersê û behsa vekişandina Kurdên ku ne ji Suriyene wê vegerin cihê xwe.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku şervanên Kurd ên ku ji çar aliyên Rojhilata Navîn hatine Sûriyeyê ji bo piştgiriya hêzên Kurd ên Sûriyeyê bikin, eger di şerê li Bakurê Sûriyeyê de bi Tirkiyeyê re agirbest pêk were, wê ji Sûriyeyê derkevin û got : Şervanên ku ne ji Suriyene alîkariya me kirin. Êdî dem hatiye ku şervan bi serê xwe vegerin herêmên xwe. Piştî ku agirbest hat cîbicîkirin, em dikarin bixebitin ku şervanên kurd ên ne-Sûrî vegerin herêmên xwe. , hinek vegeriyane û hinek jî dixwazin vegerin.”
HSD li himber bûyeran nikare biryarê bide. Ebdî vekirî dixwaze bîje eger em li gel Tirkiye agirbestekî bikin, wê PKK ji nav me dekervin. Dixweyê vê yekê dixwaze lê nikare bi cihbînke. Ji ber ku, Tirkiye vekirî dibêje ku, heta çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê bimînin emê şerê wan bikin. Lê ji aliyekî berpirsên PKKê banga şerekî li dijê Tirkiye dikin û dibêjin eme Bakurê Suriye
biparêzin û ji aliyek din Murat Karayilan dibê ;Em li Suriye nemane me hêzên xwe vekişandine.
PKK ji bo desthilata xwe ji rojavayê Kurdistanê dest nede nizane çi bike. Lê ya rast ewe ku, Ebdî bikaribe bi cesaret ragihîne ku PKK li rojava namine . Daku kurd yekitiyekî di nava xwe de ava bikin û bibin xwedî statûyekî li rojavayê Kurdistanê.