Cîhan

Yekem pêwendiya fermî ya Amerîka û HTŞ: Şanda ku bi Colanî re hevdîtin bike li Şamê ye

DYA vê carê bi HTŞ’ê re ku piştî rûxandina Esad bi gelek dewletan re peywendiyên fermî hebûn re hevdîtinê bike. Dîplomatên payebilind ên Amerîkî çûn Şamê ji bo ku bi serokê HTŞê Colanî re hevdîtin bikin.

Dîplomatên payebilind ji Dewletên Yekbûyî şandin Şamê da ku bi Mihemed Colanî, serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), ku paytexta Şamê li Sûriyê kontrol dike, bicivin. Di şanda bi serokatiya Berbara Leaf, berpirsa payebilind a Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve de, nûnerê taybet ê DYA’yê yê ji bo dîlan Roger Carstens û Daniel Rubenstein ku ji aliyê rêveberiya Joe Biden ve ji bo birêvebirina têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyeyê re hatiye wezîfedarkirin, cih digire.

Tê çaverêkirin ku îro civîna şanda Amerîkî û Colanî were kirin. Ev dê bibe yekem têkiliya fermî ya rû bi rû di navbera DYA û HTŞê de.

Serdana Amerîka di demekê de tê ku Colanî, ku navê wî yê rast Ehmed El-Şeraa ye, bang li welatên rojavayî dike ku ampargoyên dijî Sûrîyê rakin û Washington jî hewil dide rê li ber komên terorîst ên weke DAIŞê bigire ku sûdê ji valahiya hêzê ya ku piştî Esed rûxayî bigre.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew dikarin li ser rakirina binavkirina terorîst û sizayên li dijî dewleta Sûrî yên ku ji sala 2018an vir ve hatine danîn, bifikirin eger HTŞ pabendbûna xwe bi rêvebirina “tevger” û parastina aramiyê îspat bike.


Back to top button