Civak

Prosesa doza 12-ê îlonê destpêkir

Dozgerê Enqere Murat Demîr prosesa darizandina 12- Îlona 1980-ê destpê kir. Wek tê zanîn di referandumê de bi guhertina beşek ji desturê, rê li darizandina tawanbaranên inkilaba faşîst ya 12-ê. Îlona 1980-ê vekirî bû.

Li ser vê yekê dozerê Enqere Murat Demir, di derbarê Kenan Evren û hevalên wî yên ku hejî dijîn prosesa lêpirsînê destpê kir. Polisan gelek belgeyên kevin yên ji berî 30 salî ji arşîvên dewletê derxistin û teslîmê dozer kirin.

Herweha hat ragihandin ku, niha pêvajoya lêpirsînê destpêkiriye. Li gora encama lêpirsînê dikarin Kenan Evren û hevalên wî derkevin li himber dadgehê û bêne darizandin.

Back to top button