Sivîla leşker şermezar kir
Li Tirkiye eve demek bû hêzên çekdar bê deng bûn û di ware siyasetê de wek berê rojane daxuyanî ne didan.
Lê di derbarê doza Balyozê û efser û genaralên girtî de daxuyaniyek da. Serfermandariya hêzên çekdar di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ji bo çi heta niha ev efser û general girtîne? Bila bêne dadkirin lê sedemê ku di girtîgehê de bin tuneye.
Herweha hêzên çekdar dide xuyakirin ku, ew naxwazin midexeleya pêvajoya dadgehkirinê bikin. Lê girtina gelek general û efseran ew ne rihet kiriye.
Li ser vê daxuyaniyê, Ak Partiyê bi tundî daxuyaniya Leşkera çermezar kir û dan xuyakirin ku ev ne karê leşkera ye ku van daxuyaniyan derêxin. Herweha serokê parlementoyê û wezîrê çandê jî bi tundî ev daxuyanî şermezar kirin. Ji aliyê din CHP-ê jî ev daxuyanî ne di cihê xwe de dît û ev helwesta xwe ji bo raya giştî ragihand.