Komîsyona Dîyalogê piştî civîna 27ê Nîsanê ya ku bi beşdarîyeka berfireh li Dîyarbekirê pêk hatibû, ji xwe re bernameyeka xebatê amade kiribû û li gor wê bernameyê hin kar par ve kiribûn. Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê ji bo nirxandina xebatên her sê (3) hefteyên bihurî, di 18-19ê Gulana 2013yan de civîya.

Birêveberîya Komîsyona dîyalogê, piştî pêşkêşkirina raporen xebatê, di civîna xwe de, tesbît kiriye ku daxuyanî û banga Komîsyona Dîyalogê ya piştî civîna 27ê Nîsane, ji alîye kes û  derûdorên civata Kurdistanê yên berfireh ve bi giştî, bi awayekê erênî hatiye pêşwazîkirin. Vê bangê herweha ji alîyê tesbîtên xwe yên siyasî ve jî hêvî, eleqe û atmosfereka erênî peyda kirine. 

Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê, ji bo geşkririn û hûnandina xebata projeyeka siyasî ya nû, biryara vekirina ofîseka pêwendîye li Diyarbekirê û avakirina malperekê (website) daye. Herweha ji bo beşdarîya wan kes û alîyen ku wekî potansîyela vê xebatê dihên dîtin, bikarin beşdarî vê xebatê bibin û xwe xwedîyên vê xebate bibînin, biryar hatiye dan ku têkilîyeka yekser bi wan re bihê danîn û pêşnîyaza xebata bi hevûdin re pêşkêşî wan bihê kirin.

Birêveberîya Komîsyona Dîyaloge, ji bo nasandin û berfirehkirina vê xebatê ya di nava civata kurd û Kurdistanê de, dê li Bakur û Başûrê Kurdistane, li Tirkîyeyê û herweha li Ewropayê jî hevdîtin, kombûn û konferansan pêk biîne.

Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê, careka din teyîd dike ku divê xebateka bêwestan û biryardar bihê birêvebirin, da derûdorên ku vê bang û xebatê nezîkî xwe dibînin, li vê fikire bi xwedî derbikevin. Herweha careka din hatiye teyîd kirin ku piştî xebateka şeş (6) mehî, divê civineka berfireh bihê amadekirin ku beşdarên nû jî tê de hebin û divê di wê civînê de nexşeyeka xebatê ya nû jî bihê tesbîtkirin.

Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê, “Projeyeke Siyasî Ya Nû” wekî pewîstîyeka civata Kurdistanê û herweha pewîstîyeka demokratîzekirina siyaseta Kurdistane dibîne. Em careka din teyîd dikin ku ev xebata ha, ne ji bo geşkirin û nûkirina tradîsyonekê ye.Ew şîrove u nirxandinên ku bi vî awayî têne kirin tu eleqeya wan bi me re tune ye.Fikir û nêrinên şexsa ye.Di civata me de bi mîlyonan kes hene ku hê nehatine birexistinkirin. Divê ev xebata nû,  birexistinkirina vê potansîyelê ji xwe re bike armanca sereke. Divê reyeka siyasî ya nû ya sîvîl, meşrû, vekiri û demokratîk bihê peydakirin.

Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê, careka din bangî wan kes û derûdoran dike ku vê xebatê nezîkî fikirên xwe dibînin, da li vê xebatê bi awayekê xurt bi xwedî derbikevin û wê geş bikin. Ji bo “Projeyeke Siyasî Ya Nû” divê em bi hevûdin re xwe xwedîyên vê fikirê bibînin û li ser bingehê hiqûqa ferdî, bi hevûdin re vê gavê bihûnin.   22.05.2013

Birêveberîya Komîsyona Dîyalogê Ya Ji Bo Projeyeka Siyasî Ya Nû

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: