Polîtîk

Nucêfî bo Barzanî: Îraq di nav agirî de ye

Îro çarşemiyê 22.05.2013 li Selaheddînê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî serokê parlametoya Iraqa Federal û şanda diel kir ku, ji waliyê  Nînowa, waliyê Diyale û serokê encûmena wîlayeta Selahedîn û çend serkirdeyek ji lîsta El Iraqiye pêkhatibû.

Di civînê de ku, Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê û hejmarek ji endamên her du polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û  ya Partiya Demokrata Kurdistanê jî beşdar bûn, serokê parlamentoya Iraqê behsa pêvajoya qeyrana Iraqê kir û balkişand li ser aloztirbûna rewşa emniya welat, nebûna aramiya siyasî, takrewiya desthilatdarên Bexda, îhmalkirina pêkhatên din û binpêkirina destûrê kir. Her wiha wî dilgiraniya  xwe li hember wê yekê ragihand ku Iraq di nav agirekî mezin da dijî û bi pêwîstî jî zanî pêvajoya siyasiya Iraqê biçê ser rêya xwe ya dirust.

Ji aliyê xwe ve, serok Barzanî  dilgiraniya xwe li hember  kûrtirbûna kêşeyan, alozbûna rewşa emnî û siyasî li Iraqê diyar kir û got:

– Min berî salekê behsa vê pêvajoya xerap kir ku welat têda derbas dibe û min pêşbîniya wê yekê jî kir ku kêşe berev hewayeke pir metirsî, takrewî û şikestê ve diçe.  Jêderê hemû giriftan binpêkirina destûr û piştguhxistina prensîpa şeraketê ye.

Encamên hilbijartina wîlayetên Iraqê û guhertina nexşeya siyasiya Iraqê mijarek din a civînê bû û amadevanan dîtin û nêrînên xwe li ser pêşhatên siyasî û çawayiya rûbirûbûna qeyranan û pabendbûna bi şeraketa di rêvebirina welêt de diyar kir

Back to top button