Nivîsar

Nirxandinek li ser pêvajo û lêgerînên nû -I –

   
Di 27-28ê Nîsanê de bi bang û beşdariyê kadroyên ji kevneşopiya DDKDê li Diyarbekirê civînek pêk hat. Divê ez destnîşan bikim ku weka gelek kesên di xebata vê tevgerê de keda wan heye, ez jî hatibûm vexwandin. Jıber ez demeke kurt beriya civînê li welêt bûm, derfeta rû bi rû hevdîtîna bi hevalên bangker re çêbû, me hevdu dît, li hevdu gohdarî kir. Dikarim bibêjim hevalan bo beşdariya min israr jî kir. Û heke şertên min musaîd bûna, ez ê beşdarî civînê  bibûmam. Mixabin min nekarî beşdarî civînê bibim, lê bi kurtepeyamekê min him helwesta xwe û him jî bi kurtayî hizrên xwe ji hevalên civîn organîze kiribûn re şand.

Bêguman şert û mercên civîn di wan de pêk dihat û belkî civîn pêwist dikir in, bi me teva têkildar in. Werê dixuyê ku li Kurdistana Bakur pêvajoyeke nû dest pê dike. Ev pêvajo him ji dervayî îradeya hêz, şexsiyet û beşên civaka me ên ne di çarçoveya siyaseta PKKê de, dest pê dike û lê ne hewceyî gotiniyê ku dê li ser qedera temamê miletê kurd xwedî tesîr be. Jiber vê yekê pêwist e li aliyekî bi hesasieyeteke mezin, bi parizandina hemû tecrubyên di destê me de, xusûsiyet, rîsk û derfetên pêvajoya nû bi lez bêne berbiçavkirin û li aiyê dinê stratejiyeke li gorî vê pêvajoyê, refleks û dînamîkên dikarin bersîva vê pêvajoyê bin bêne dîtin.

Stratejiya tirka ya nû entegrasyona miletê kurd e

Ev dora sîh salî ye ku li welatê me şerek çekdarî dihate meşandin. Aliyek vî şerî  ku bi siyaset û stratejiya xwe sebeb û berpirsiyarê şer b+, dewleta tirk e. Aliyê dinê li ser navê daxwazên miletê kurd PKK bû. Mebesta min ne ew e ku ji destpêkê ta dawîlêanîna wê mihasebeya şerê PKKÊ bikim. Lê ez bi xwe di wê bawerî û qenaetê de me herçi PKKê şerê çekdarî xistibû programa xwe û dabû ber xwe jî, destpêka vî şerî û herwelê dawîlêanîna wê jî bi teşvîk û midaxaleyên dînamîkên derva bûn.

Pirsa vî şerî çi ji miletê me re anî, çi jê bir, hê zû ye, helbet dê rojên mihasebeyê bên. Lê kes nikara înkar bike ku rewşa heyî  di dereceyek pir bilind de, bi vî şerî girêdayî ye û encama vî şerî ye. Niha PKK, piştî hevdîtin û ‘mizakereyên’ bi dewletê re dawî li şerê çekdarî tîne. Hewce ye bê destnîşankirin ku hê nayê zanîn bê ev dawîlêanîna şerê çekdarî, dawîlêanîneke heta bi heta ye an bo demekê ye. A eşekere ev e ku PKK çek daneaniye û lê çekdarên xwe ji nava Tirkiyê û Kurdistana Bakur ber bi Kurdistana Başûr ve vedikişîne.

Pir xwezayî ye ku kurd jî pirsa; ‘ Dawîlêanîna şerê çekdarî beramberî çi ye ’ bikin. Mixabin hevdîtin û heke em karibin binav bikin ‘ mizakere’ ne eşkere têne meşandin û faktên em karibin li ser wan minaqeşe bikin ne li ber çav in. Ji agahiyên dighêjin medyayê, ji adxuyanî û axaftinên birêveberên herdu aliyan qenaeteke ne gelekî bisihet ji me re çê dibe û gelekên me jî li gorî vê qenaetê pêvajoyê dinirxînin.  Mantiqî ye ku heta  li ser çi hatiye lihevkirin, bi belgeyan neyên ber raya giştî an ji devê kesên di derceyên bilind de berpirs neyên piştrastkirin, em ê welê jî şîrove bikin.

Di siyaset û tevgerên civakî, sosyal û tevgerên netwî de, startejî li gorî şert û mercan, li gorî konjukturê dikarin bêne guhertin û têne guhertin. Ev pêvajoya nû guhertineke stratejîk li ser dewleta tirk û PKKê ferz dike. Dîsa divê hêzên din ên kurdistanî, pêvajoyê bi her awayî, lê hûr û kûr analîz bikin, encaman jê derxînin û li vê gorê jî xwedî stratejiyekê bin.

Li vir pêwistiya pirsa bê divê em lihevhatina dewleta tirk û PKKê çewa binirxînin, dertê pêşiya me. Bê guman PKK, encama rewşa welat û miletê me ye. Xebat û şerê PKKê yê çekdarî ew kir, mixataba sereke ya çareseriya vê pirsê. Lê dîsa jî ne muhteva hevdîtin û ‘mizakereyê’ û ne jî naverok û rêbaza çareseriyê, ne ew hevdîtin û mizakere ne ku em karibin bibêjin tirk û kurd lihev tên û ne jî bibêjin pirsa Kurd û Kurdistanê tê çareserkirin. A dimîne ev e ku hukumeta AKPê – çendî bûbe dewlet jî ewqas, dewlet- û PKK lihev tên. Zelal û eşkere; ev ne lihevhatineka bingehîn ya kurd û tirka ye û ev ne jî çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Divê bê destnîşankirin ku PKK jî dawîlêanîna şerê çekdarî ne weka çareseriyê, weka destpêka xebat û tekoşîneka nû binav dike. Lê îhtîmala ku AKP, dewlet û trik rewşa heyî weka çareseriya pirsa kurd bibînin û welê tev bigerin heye.

Rastî ev e; rûdanên em dibin şahidê wan ne rûdanên biçûk in ku em wan paşgoh bikin. Rûdanên girîng in û dikarin siberoja miletê me taîn bikin. Welê dixuyê ku dê pêvajo û pêngava nû bo tevgera Kurd û Kurdistanî rêya xebat û tekoşîna siyasî û sivîl veke. Helbet di vê pêvajoyê de rîsk jî hene û divê ev rîsk her di heşê me de bin.

Staratejiya tirka ya nû çi ye?

Ji damzrandina dewleta  tirk û heta evan salên dawî, stratejiya tirka û dewleta wê, li ser hîmê bi destê dewletê afirandina netewa tirk û jiholêrakirina etnîteyên ne tirk bû. Ji bo bicîhanîna vê stratejiyê jî tirk ji çi tiştekî texsîr nekir. Ji tehcîr û tenkîlan ta tevkujiyan her rê bikaranîn. Dîsa, tirka di vê pêvajoya nû ya piştî Komara Tirkiyeyê de, yekzimanî, yekmiletî, yekdewletî, yekolî û yekalî ji xwe re kir rêbaza îdeolojîk. Tirka bi destê dewletê, ordiyê, medyayê û hemû dezgehên dewletî û nedewletî  bo asimilekirin, jihevxistin, di nava xwe de helandin û jihêlorakirina etnîteyên netirk bi salan şer û xebateke qirêjî meşand. Encam berbiçav dikin ku ji bilî bitemamî asimlasyona miletê kurd, tirk di vê stratejiya xwe de biser ketin. Ne çend sedsal di ser damezrandina Komara Tirkiyê derbas bûne. Piştî  90 salî ku di dîroka mirovahiyê de weka rojek ji emrê mirov be, kî dikare îdîa bike ku ermen, gurcî, çerkez an suryanî weka grûb li Tirkiyeyê dijîn?

Dikare bê gotin ku tirk di siyaseta ji holêrakirina etnîteyên nemusliman sed ji sedî, di siyaseta asîmîlekirina etnîteyên musliman lê netirk de jî de bi nîsebeteke zêde biser ketin. Siyaseta asîmlayonê tenê di nava kurdên musliman ên sunû û kurdên ezidî de biser neket. Pirê cara kurd ji ber vê yekê pesnê xwe didin. Helbet kurd xwedî dîrokek kevnare çandeke  ji ya tirka kevintir, qe nebe bi qêmayî bi qasî ya wan kevn, kûr û dewlemend in. Ev taybetmendî li hemberî êrîşên ji derva hêzekê jî dixin laşê miletekî. Lê biqasî van taybetmendiyên dîrokî, sebebek dinê ya dirêjbûna pêvajoya asimlasyona kurdan, şert û merc bûn.

Hetanî dawiya salên 1930 li alyekî dewleta tirk neorganîze ye, li aliyê dinê jî li Kurdistanê her şer heye. Him ne mumkin e ku dewleta neorganîze di stratejieyek wisa giran biser bikeve, him welatek ku di bin êrîşên biyanî de be, zû bi zû b ikeve ber vî bayî. Ji damezrandina Komara Tirkiyê û ta salên 1970yî têkiliyên dewletê û kurdan gelekî qels in. Hejmara kurdên xwenda bi dehhezara ye. Pêwendiya pirrayiya kurdan dema bo eskeriyê bang li wan tê kirin, çê dibe û piştî eskeriyê jî bidawî dibe. Xizmetên dewletê li Kurdistanê ne di wê derecê de ne ku kurd ji sebebê xizmetê mecbûrî têkiliya bi dewletê bibin. Li gelek gundan dibistan tune ye. Di destê dewletê de weka niha alavên asimlasyonê tune ne. Li Tirkiyeyê yekemîn weşana radyoyê di sala 1927 de dest pê dike.

Di vê salê de li temamê Tirkiyeyê 7 radyo hene û ji wan hefta tenê du di destê tirkan de ne. Êdin di destê biyaniyan de ne.  Ew jî ji bo hêza îstasyona radyoyê pênc kîlowat e, bi tenê li derûdora Stenbolê lê tê gohdarî kirin. Heta salên 1940 radyo tenê li derûdora Stenbol û Anqerayê tê gohdarî kirin. Radyo piştî 1960î dikeve Kurdistanê û lê li kêm cîhan lê tê gohdarîkirin. Herwilo li Tirkiyeyê weşana televizyonê  di sala 1968 de dest pê dike. Li Kurdistana temaşekirina televizyonê piştî 1970yî mumkin dibe, ew jî li Entab, Riha, Diyarbekir û derûdorên nêz ên van bajaran. Stratejiya asimlasyonê li Kurdistanê di van şert û mercan de neçû serî.

Îro şert û merc hatine guhertin. Pêwendiyên dewleta tirk û kurdan berfireh, bihêz û kompleks bûne, her kurdek rojane van têkiliyan di jiyana xwe de hîs dike, dibîne. Cotkarê kurd ji dewletê teşvîkan distîne, bo zad û berê xwe prîm distîne, ji dewletê gubre distîne. Karker û mamurê kurd pirayî di dezgehên dewletî de dixebitin, perê zarokan werdigrin.

Esnafê kurd malê xwe ji Stenbolê, Bursayê, Kayseriyê tîne. Dewlemendên kurd, bi îhaleyên dewletê , bi têkiliyên bi dewletê re an weka bayiyeke saziyeke tirk, dewlemend bûne. Dewlet bo her zarokê diçe dibistanê alîkarî dide. Kêm gundên Kurdistanê mane ku li wan dibistan nîn in. Li gundê dibistan tune bin an ji sedemê şer perwerde li wan rawestiya be jî dewlet diçe zarokên wan bi dolmîşan dibe, deverek din û wan paşê dîsa tînin malên wan. Li Kurdistanê hejmara xwendegehên leylî jî zêde bûye. Her kurdek ji xizmetên tenduristiyê ku dewlet wan tîne Kurdistanê sûd werdigre. Ev hemû di navbera dewleta tirk, sîstem û serweriya tirk û kurdan de toreke pêwendiya çê dike.

Rîska asimlasyonê, alavên asimlasyonê li gorî 90 sal berê, îro sed qat, dused qat zêdetir in. Rayadarên tirk îdîa dikin ku wan dev ji siyaseta asimlasyonê berdaye. Di eslê xwe de ew tenê li xwe mikur tên ku ew- di asîmilekirina kurdan de- biser neketine û divê ew rê û rêbazên nû peyda bikin. Tirk stratejiya xwe nû li ser entegrasyona miletê kurd bi sîstema siyasî, aborî û serweriya tirk ava dikin. Ev stratejî ji devê serokwezîr Recep tayîp Erdohan jî hat eşkerekirin.

Entegrasyona miletekî bi miletek dinê, asimlasyon bixwe ye

Bêjeya entegrasyonê ji integrare  ya latînî tê û tê wateya jinûve vesazkirinê. Entegrasyon di civaknasiyê de jî tê wateya perwerdê.
Civaknas entegrasyonê li gorî, fonksiyon û naverokê wê dikin du beşa; entegrasyona sosyal û entegrasyona sîstemî. Ji entegrasyona sosyal mebest ew e ku  ji çi sebebî dibe bila bibe, kesên bi helwest, pozisyon û awayê jiyana xwe, yan civakê ew ji xwe dûr xistiye an wan  xwe bi xwe ji civakê dûr kiriye, dîsa di nava civakê de bibin xwedî cîhek ji adetê. Armanca entegrasyona sîstemî, grûb, civak, çand û sîstemên sub ango ên dervayî civaka serdest in. Di her du disîplînên entegrasyonê de jî sîstema civaka serdest, kes û grûbên entegrasyona wan tê xwestin ji xwe re problem dibîne û armanc ew e wan ji problembûnê derxîne û wan bike parçeyek ji civakê û civaka serdest.

Heke zanist derheqê entegrasyonê de evan faktan datîne ber me, divê em derbarê stratejiya nû ya tirkan de xwedî helwest û pozisyonekê bin. Tirk û dewleta tirk hebûna civakeke kurd ya neasimlebûyî ji xwe re problem dibînin û ji xwe re dikin armanc ku kurdan weka grûbeke etnîkî bêyî mafên wan ên kollektîf û di statûyekê de misogerkirî, entegreyî sîstema serweriya tirk bikin. Mîhenga vê stratejiyê pêşiyê di nava sîstemê serweriya tirk de terbîyekirin(!) û axirê jihevxistin û mihandina miletê kurd e. Ku ev stratejî biser ket, dê kurd hebe, lê kurd tune bin.

Pir eşkere ye ku ji bo grûbên etnîkî û olî di navbera asimlasyon û entegrasyonê de ferqeke mezin nîne. Yek dibêje ez ê te bikim weka xwe,  a din dibêje ez ê we têxim nava xwe û bikim pîneyek ji laşê xwe, heta hun karin diberxwe bidin, hunê yeko yeko hebin lê hunê weka grûbeke etnîkî û olî nebin. Di entegrasyonê de statuyeke bo grûbên etnîkî û olî nîne û grûbên armanca entegrasyonê ji mafên hevbeş bêpar in.

Serokwezîrê tirk Erdogan di axavtineke xwe ya li li bajarê alman Kolnê entegrasyonê weka asilasyonê binav kir. Dîsa heman Erdogan li Tirkiyeyê dibêje wan dawî li siyaseta asimlasyonê aniye, lê ew ê kurdan entegreyî sîstem û civaka tirk bikin. Yanî dê siyaseta asimlasyonê bi awayeke dinê dom bike, tiştê divê em ji stratejiya nû ya tirkan fêm bikin ev rastî ye.

Şefîk PÊŞENG

*Şefîk Pêşeng, M.Şefîq Oncu ye, ji niha pê ve wê bi vî navî binivîse.

Back to top button