Hevpeyvîn

Preskonferensa Nêçîrvan Barzanî li ser kirîza Îraqê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku, herêma Kurdistanê hergav li dijî teror û terorîstan şer kiriye û niha jî amadeye şerê terorîstan bike ”lê rewşa niha ya Îraqê bi pilanên leşkerî çareser nabe û divê li destpêkê pilaneke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê hebe.”

Li bajarê Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di civînekê de digel Nîkolay Mîladînov nûnerê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê rewşa emnî ya Îraqê û dagîrkirina hin wîlayetên Îraqê ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve gotûbêj kirin.

Piştî civînê Barzanî û Mîladînov di pireskonfrensekê de bersiva rojnamevan da û di destpêkê de serokwezîrê Kurdistanê got ku, siyaseta herêma Kurdistanê berhingarbûna teror û terorîstan e, berî jî herêma Kurdistanî li dijî terorê rawestaye û niha jî dê li dijî terorîstan raweste û xelkê herêma Kurdistanê biparêze:

– Lê rewşa niha ya Îraqê bi pilanên şerî çareser nabe û divê li destpêkê pilaneke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê hebe.

Serokwezîrê Kurdistanê helwesta herêma Kurdistanê li hember rewşa niha ya Îraqê diyar kir û got:

– Hêşta em xwe beşek ji Îraqê dizan in. Çûyîna pêşmerge bo hindek deveran ji bo pirkirina wê valahiya emnî  ku, leşkerê Îraqê di şerê dijî DAÎŞ de çol kirine ye. Li gor destûrê jî wezîfeya pêşmerge parastina herêma Kurdistanê ye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî li se wî esasî hêzên pêşmerge ber bi wan deveran livandine. Me alîkariya serbazên îraqî kir ku ji ber şerî reviya bûn herêma Kurdistanê û me ew ji bo deverên wan hinartin.

Nêçîrvan Barzanî ew bûyerên di çend rojên borî de qewimîne û bi taybetî girtina diplomatkarên tirkî ji aliyê DAÎŞ ve, şermezar kirin û got ku, Tirkiye daxwaz ji kompanî û hevwelatiyên xwe kiriye ji Îraqê, ne ji herêma Kurdistanê, derkevin û ”Em kompanîyên tirkî yên li herêma Kurdistanê kar dikin dilrehet dikin ku, herêma Kurdistanê aram e û ew dikarin bê tirs li ser kar û xebatên xwe berdewam bin.”

Ji aliyê xwe ve nûnerê sekreterê NY di bersiva hin pirsande got ku, kirîza Îraqê bi çend rêyan çareser dibe; Yekem rêya emnî ew jî bi hevkariyeke cidî navbera Hewlêr û Bexdayê. Duyem: Çareserkirina nakokiyên navbera pêkhatên Îraqê û ya sêyem jî divê cîran û dostên Îraqê di çareserkirina kirîza Îraqê de beşdar bin.

Back to top button