Sîstanî fetwaya cîhadê da

Ayetulah Elî Sistanî merciyê Şîiyan li Îraqê bang li xelkê Îraqê kir li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) çek hilgirin û şerkirin li dijî DAÎŞ weke cîhad dazanîn.

Li gor ajansa nûçeyan Anadolu,  nûnerê Elî Sîstanî, şêx Ebdulhadî Kerbelayî di xutbeya înê de li bajarê Kerbelayê fetwaya Sîstanî ya di heqê cîhada li dijî DAÎŞ xwend:

          Dijminên Ehlê Beytê dîsan derketin holê. Em di dewraneke wisa de ne ku, kîn û nefreta Bedir û Xeyberê careke din derdikevin holê. Peyrewên Benî Umeyeyê dixwazin êrîşî deverên me yên pîroz; Nexef û Kerbelayê bikin.

Sîstanî di fetwaya xwe de dibêje:

          Ez bangî hemû Şîiyan û peyrewên Ehlê Beytî dikim ku, ew ji bo serkeftina parêzvanên Îslamê dia bikin. Kî dikare çek bide destê xwe û şer bike, divê ew li dijî terorîstan piştgiriyê bide vî şerê pîroz. Kî di vî şerî de bimire, ew şehîd e. Divê arteşa Îraqê jî cesûr bide. Bila siyasiyên Îraqê destekê bidin hêzên çekdar û hêzên xwe bikin yek û ji bo serkeftina Îslamê bibin yek.

Nêrînek

  1. Brayé ezíz! bi xwedé min weku kurd ,híc min baweriyek ú mitmane bi vé íslama síyasi ya sexte u nijadperest, ú dijkurd níne ú ticari jí nayé.çimku çi sine,çi şíe wekhevin ,híc ferq ú caweziyek navwanda níne,baweri li wan nayé .Ya dítir heta ev íslama síyasi, neyé reform kirin,neyé çaksazi kirin, ne múmkine seqamgiri,arami ú demokrasi,ú geşepédanek,yan &areseriyek, li rojhilata navín drúst bibe.Ú heta yekitíyek rasteqine ya kurd drust nebé,ú bi rasti héza Kurd nebé weku héza Ísrail yan bi héztir nebé ticari garanti ú bi destkeftiyén kurdan níne,belku garantiya hebúna kurdan jí níne.Eve rastiyeke li ber çavane!

Nerîna min :