Polîtîkayên Amerîka Petrol û Kurd

Ji boy çi Rizgarîya Rojavayê Kurdistanê ji boy hemû parçeyên Kurdistanê girîng e.?

Biryara ragihandina dewleta Kurdî, di rizgarîya Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe. 

Ji ber ber ko tixûbê vî parçeyê hanê digihêje heta behra sipî.

Wê çaxe Kurd dikarê pertola xwe bi awayekî serbestî, di ser xaka Rojavayê Kurdistanê re bigihîne bazara cîhanê. Û ya dinê jî, pêdivîya Başûrê Kurdistanê, bi pabendîya İraqê namîne, lewra dema her du parçeyên Kurdistanê bibin yek (Rojava û Başûr), ragihandina dewletek Kurdistanê ya serbexoyî jî hêsantir dibe. Ya sêyemin jî, rizgarîya Rojavayê Kurdistanê dê çarenûsa her du parçeyên dinê (Bakur – Rojhilat) tayin bike. Ger PKK/PYD ji vê plana hanê re nebin asteng.

Diyar û eşkere ye PKK û baskên vê rêxistina hanê naxwazin Rojavayê Kurdistanê bigihêje mafê serxwebûnê yan federalîyê; Her wiha PKK û digel dewletên dagirker jî hemfikirin ko sînorê Kurdistanê negihêje heta derya sipî. Di vê mijara girîng de, em nikarin bibêjin; Başûrê Kurdistanê erk û vatinîyên xwe pêkanî ye.

Eger ko Rojavayê Kurdistanê ji dêlava Kantonan, di Sûrîyek nû de ya bê Esed û di çerçofeyek yasayî de mafê federalîyê bidest xistiba, îro ji boy Başûrê Kurdistanê ragihandina Kurdistaneke serbixwe, hêsantir dibû.

Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford, diyar dike “Amerîka bi qasî ko di salên nodî de piştevaniya kurdên Iraqê kir niha alîkariya kurdên Sûriyê nake. Berovajî rewşa Iraqê di dema Sedam Husên de, kurd nikarin li Sûriyê pişta xwe bi Amerîka germ bikin.” 

Ji ber ko Amerîka, PYDê wek alîgirê rejîmê û beşek ji PKKê dibîne.

Dewleta Îngîlîz bi balefirên xwe yên şer Tornado, Fransa bi balefirên xwe yên şer Mîrage û Amerîka jî bi balefirên xwe yên şer B-52 bi mehan, bi salan serwerîya Saddam Husên û pergala Ba’sê bombebaran kirin; 

Bi operasona Amerîka Başûrê Kurdistanê mafê federalîzmê bi awayekî DE-FACTO bidestxistin; 

Lê îro rayedarên Başûrê Kurdistanê dibêjin; “Amerîka, bila di mijara petrolê de têkildarî me nebe”

Him Başûrê Kurdistanê dê mafê federalîyê bi alîkarîya Amerîka bidestxe û him dê dagirkerên weke Tirkî û Îranê bike şirîkê petrola xwe. 

Amerîka vê helwesta qebûl nake û mafdare jî.

Sîyasetzan Prof. Dr. Doğu Ergil: “Petrola Kurda ji bo Turkî derfetek herî muthîş e”

Çi tiştekî xweş, hûn bi wê gundîtîya xwe aqîlanenin û Amerîka jî bi hukumranîya xwe ya cîhanê dîwane ye.

Di salên 90’îde alîkarîya ko Başûr ji Amerîka distend, ji îro pê ve dê nestînin.

Ber vê çendê bawer nakim ko Başûrê Kurdistanê karibe biryara ji İraqê veqetandinê bistîne û serxwebûna xwe rabigihîne. Ger serxwebûnê rabigihîne jî dê ne serkeftîbe. Ji ber ko tenê borîya nefesê bo Başûrê Kurdistanê Tirkî dimîne û dibe parçeyekî dewleta Tirkî.

Eger hûn ji dagirkerekî xwe veqetin û pabendî dagirkerekî xwe yên din bibin; Ti wate ji ragihandina serxwebûna we re tine ye. Dagirker, heman dagirker e, ti cudahî di navbera dagirkerên we de tine ye. Ya baş ew e, di statuya xwe ya ango de bîmînin, hetta ko lingê peymana Sykes–Picot yê dinê têt şikestin. Xakî erdnîgarîya Kurdistanê tenê bi sê-çar wîlayetên Başûr ne qaîm e.

Ji xwe dewleta Tirkî, şarê Kerkûk û Mûsilê di nav tixûbê mîsaq-î millî de dihesibîne.

Û Amerîka jî, di şert û mercên îroyîn de piştevanîya ragihandina Kurdistaneke serbixwe nake. Heta ko statukoya ango ya Rojhilata Navîn hilneweşe, Kurd, nikarin serxwebûna xwe rabigihînin.

Piştî hilweşendina statuko, di demên pêş de, Amerîka û Awrûpa, dê piştevanîya biryara ragihandina Kurdistana serbixwe bike.

Li gor endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Firyad Rewandizî li ser mijara serxwebûnê ango wekî îhtimaleka nêzîk nabîne, (ko di heman fikrê de me û beşdarî vê dîtina hanê dibim) û dibêje: 

“Biryardana serxwebûnê ne biryareke hêsanî ye, ji bo serxwebûnê piştgiriya navxwe, derve, welatên bihêz û welatên herêmê lazim e, eger her biryareke wiha bê dayîn divêt bi awayekê aştiyane be ti pirsgirêk dernekevin.” 

 *******************************

 Malikî hêza xwe ji ku distîne ko hîn mueyyîdeyan li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne ..û li ser Başûrê Kurdistanê desthilatdarîya xwe ferz dike.

Li gor hîn organên ragihandinê;

 * Guvaşên hikûmeta navendî li ser Herêma Kurdistanê didomin 

 * Meaşê fermanberên herêmê naşînin . 

 * İraqê baca gumrikê li ser Herêma Kurdistanê zêde kir. 

 * Bexdayê biryar da geştên asmanî navbera Herêma Kurdistan û welatên Ewropayê jî rawestîne.

Wek tê zanîn dewleta Amerîka û digel koalîsyona mûttefîkên xwe, berî ko êrîşî Saddam Husên û hêzên rejîma Ba’sê bikin, xwest ko amûrên xwe yên leşkeri û yekîneyên lêdanê, li ser xaka Tirki (ango bakurê kurdistané) bi cîh bike û li dijî Saddam Operasyonek leşkerî pêkbîne.

Mixabin dewleta Tirkî ev destûr neda Amerîka, paşê Amerîka Plana xwe ya “B” sepand an tetbîq kir.

Ji xwe encama şer jî, statuya ango ya İraqê dîyar kir.

Yanî em dikarin bi hêsanî bibêjin damezrênerê İraqa nûdem Amerîka ye.

Di nav xaka İraq û Başûrê Kurdistanê de Amerîka xwest ko hîn statuya dewerên an herêmên nakok, bi maddeya 140’an bête çareserkirin.

Lê mijara herî girîng petrol bû.

Amerîka xwest ko pertola Kurdistanê û İraqê bihevparîya her du pêkhateyan derkeve bazara cîhanê.

Tevî daxuyanî û hişyarî yên Amerîka, Başûrê Kurdstanê, di mijara firotina petrolê de yek alî tevgerîya. Digel vî awayî Başûrê Kurdstanê bi firotina nîv bihayî rekeftnameyên pertolê bi Tirkî re îmze kirin. Yanî Tirkî dê bi nîv heqî pertola Kurdistanê bikirîya û bi tam bihayî bifrota cîhanê. Digel ko Tirkî ne hilberînêrê pertolê bû, dê bi xêra Başûrê Kurdistanê bihevparî bibûya hilberînêrê pertola Kurdistanê.

Ji bili vêya Herêma Kurdistan û Îran di warê petrol û gazê de 2 rêkeftin îmze kirine. Ti hukmîyeta van rêkeftinên hanê tine ye û dê nekeve sepandinê. Ger têkeve sepandinê jî dê ji dahatûya Herêma Kurdistan re xeter be.

Ji ber ko; 

“Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Lavalî, amaje bi rêkeftina vê dawiyê ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dibêje: “hişyariyê me yên li ser îmzekirina rêkeftinên petrolê bi Îranê re mîna berê didomin ji ber ko Îranê di bin dorpêça aborî ya rojava de ye û kîjan welat vê yekê binpê bike dê were cezakirin.”

Digel ko dema protokola Herêma Kurdistanê û Tirkiyê 50 sal e, Serokê AKPê yê Enqereyê Yasîn Aktay wiha dibêje: “ Firotina petrola Kurdistanê bi destê Tirkiyê nayê wê wateyê ko Kurdistan dibe ciyekî serbixwe. Divê wiha neyê şirovekirin”.

Helbet Amerîka politikaya petrolê ya Başûrê Kurdistanê napejirîne.

Amerîka naxwaze hîn dewletên herêmî bi pertola Kurdistanê dewlemend bibe û bibe xwedî hêz. Amerîka ne li dijî firotina petrola Kurdistanê yê. Amerîka li dijî wê yekê ye ko Hukûmeta Herêma Kurdistanê pertola xwe bi dewletên herêmê re parveneke û nekin şirîkên petrola xwe. Her wiha naxwaze pereyên petrola Kurdistanê di banqeyên dewletên herêmî de bête helsingandin. Û mafdare jî.

Mijarek dinê ya herî girîng jî ev e ko Amerîka naxwaze Rêveberîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi hîn hêzen tundraw re rûne û mûxatab bigre. Her çend ko Amerîka (DAY), PDK û YNK ji lîsta terorê ya di grûpa asta sêyem de dernexistibe jî, ev formalîte ye, hetta ko hûn hevalbendîtîya xwe ya stratejîk li gel Amerîka îspat bikin. Divêt cenabî kak Mesûd Barzanî serdana xwe ya bo Amerîka paşde nexe û serdana Amerîka bike.

Derxistin û nederxistina navê PDK û YNK-ê ji lîsteya terorê ya Emerîkayê li Washingtonê, bi helwest û reftarên van her du partîyan ve girêdayî ye.

Wek tê zanîn ev demeke ko Amerîka, sebaret bi mûxatapgirtina hîn rêxistinên tundraw yên krîmînal û di mijara petrolê de ji rêveberîya Başûrê Kurdistanê dil nîgeran e……

Amerîka, bi rêça Malîkî, weke hişyarîyekê, hîn astengîyan nîşanî Başûrê Kurdistanê dide, Başûr vêya fam nake û yan naxwaze fam bike.

Loma Amerîka, ji guvaş û guşarên Malikî yên li ser Başûrê Kurdistanê re bê deng e.

Mehmet Emin Özbilen – Amed

 

 

Nerîna min :