Polîtîk

Serok Barzanî serdana hêzên Pêşmerge yên li bereya Musil kir

Îro sêşem 29/07/2014 li duyem roja cejna Remezana pîroz da birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêşmerge yên li bereya Musilê kir û xweragirî û canfedayî ya wan ya li parastin û bergirîkirina sînûrên Kurdistanê bilind nirxand û pîrozbahiya cejna Remezanê jî li wan kir, heman demî de hemû palpiştiyekî xwe jî ji bo Pêşmerge dûpat kir.

Li vê serdanê de şandekî bilinda emnî û serbazî li gel Serok Barzanî bûn, ku ji rêzdar Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Mistefayê Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Zeîm Elî, Şêx Ce’fer, Hemîd Efendî û hejmarek fermande û berpirsên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêkhatibûn.

Li gotarek de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ji bo cejna pîroz û hal pirsîn û agahdar bûna ji rewşa meydanî ya bereyê hatiye, her wekî çawa doh jî serdana birayên Pêşmergeyên li bereya Kerkûkê kiriye. Her li gotara xwe de spasî xweragirî û canfedayî ya Pêşmerge kir, ku li rojên teng da amadeye bi canê xwe bergiriyê li welat bike û balkişand li ser wê yekê ku li wê bergirîkirinê da polek Pêşmerge şehîd û birîndarbûne û got: Ji xwedayê mezin hêvîdarîn şehîdan bi bihûşta fireh şad bike û şîfayê bide birîndaran jî.

Her li vê gotarê de Serok Barzanî hemû palpiştiyekî ji bo hêza Pêşmerge dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku her çi li şiyana me ya palpiştî û hevkariyê ji bo Pêşmerge bê dikin û eve jî dûpatkir, ku li ser destê Pêşmerge Kurdistan digihe paşarojeke geş. Li dawiyê de carekî din pîrozbahiya cejnê li wan kir û spasiya wan jî kir û hêviya serkeftinê li erkên wan da xwest.

Back to top button