Polîtîk

Vegeriyan bo Bexdayê vegeriyan bo xala sifir

Di 10ê hizîrana borî de çekdarên Dewleta Îslamî li Îraq û  Şamê (DAŞÎ) digel çekdarên eşîrên erebên sune û paşmayîyên partiya Bassê êrîşek kir ser çend bajar û bajarokên Îraqê û xistin bin kontirola xwe de. Di wan êrîşan de wîleya Mûsil, wîlayeta Selahedîn û gelek dever ji wîlayeta Diyalayê ketin bin destê DAÎŞê û dewleta xwe ya bi navê Xelafeta Îslamî ragehand. Ji xwe berê jî wîlayeta Enbar bi her du bajarên xwe yên mezin ve Rumadî û Feluce jî di bin destê çekdarên erebên sune bûn.

Van bûyeran rewşk nû û pêvajoyek nû li Îraqê anî rojevê û struktura Îraqê bicarekî hat guhartin û bi pirakttî  Îraq bi se sê herêma de (herêma Kurdistanê, herêma Sunestanê û herêma Şîyestanê) dabeş bû.

Di nava van guhetinan de delîvek û firsetek dîrokî û zêrîn ket destê kurdan û serokatiya Kurdistanê ev firest di xêra gelê Kurdistanê de bikar anî û pêşmergeyên Kurdidstanê, hema bêje, hemeû deverên kurdistaniyên derveyê îdareya herêma Kurdistanê xisitn bin kontirola xwe û madeya 140ê bi piraktîkî hat bi cî kirin.

Piştî van guhetinên mezin serokê Kurdistanê pirsa referandûmê û ragehandina serxwebûnê anî rojevê û serokê Kurdistanê daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kir ku, xwe ji bo encamdana referndûmê amade bikin  û qanûnekî di wî warî de derbixin.

Lê belê niha em dibînin careke din başûrê Kurdistanê berê xwe dide Bexdayê û digel aliyên din yên îraqî lêdixebitin hikûmeta Îraqê a nû ava bikin. Gelo ev çi mana dide? Kurd çi ji Bexdayê dixwaz in? Çewa dibe ji aliyekî amdekariya referndûmê tê kirin û ji aliyek din beşdarîyê di hikûmeta Bexdayê dikin? Ma gelo vegeriyan bo Bexdayê ne vegeriyane bo xala sifir?

Bi dîtina min, başûrê Kurdistanê dixwaze li ser du xetên parelel siyaseta xwe bidomîn e:

1-      Li ser fermana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, başûrê Kurdistanê xwe ji bo referandûm û ragehandina serxwebûnê amade dike û di vê çarçoveyê de parlamnetoya Kurdistanê qanûna referandûm û hilbijartinan pesind kir û di van rojana de desteya balaya referenfûm û hilbijartina tê pêkanîn û ew komîte dê dest bi amadekariyên encamdana referandûmê bike.

2-      Başûr di bin zixt û givaştinên dewletên derdûr, Amerîka û Ewropayê de beşdariyê di hikûmeta nû ya Bexdayê de bike. Aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê baş dizanin hikûmeta nû ya Bexdayê jî dê şertên kurdan qebûl neke, lê kurd dixwazin topê bavêjin meydana Bexdayê û ji civaka navdewletî re bêjin; vaye em di hikûmeta Îraqê de başdariyê dikin û hikûmeta Îraqê jî daxwazên me qebûl nake.

Du şertên esasî hene, ez behsa şertên din nakim; Yekem:  Ji şerên kurdan yên esasî; pêşmerge ji wan deverên kurdistaniyên ber madeya 140ê ketine paşdenakişin û Bexda jî vêna qebûl nake û dixwaze pêşmerge vegerin deverên berîya 10ê hizîrana borî. Duyem: Kurd dixwaz in nefta herêma Kudistanê bi serê xwe, bêy Bexdayê, bo derve bişînin û bifiroşin û di warê budce û êkonomî de serbixwe bin, Bexda vê yekê jî qebûl nake.

Ango vegeriyan bo Bexdayê vegeriyan bo xala sifir e, kurd diçin Bexdayê, Bexda şertên wan qebûl nake, kurd careke din vedigerin û ji pirosesa siyasiya Îraqê xwe vedikişin. Bi vî awayî êdî ji bilî rêya yekem ku, ew jî ragehandina serxwebûnê ye tu rêyên din li pêşiya başûrê Kurdistanê namînin.


Nasrat Hacî

[email protected]

29.07.2014

Back to top button