Naxwaze Tirkiye parçe bibe

Selahedîn Demîrtaş kandîdê serokomariya Tirkiyeyê di merasima kampaniyaya xwe ya bo hilbijartinan de got: ”Me niyeta dabeşkirina welat nîne, em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

Demîrtaş got ku, hindek kes û alî kurdan bi wê yekê tawanbar dikin ku, kurd lêdixebitin Tirkiyeyê parçe bikin: ”Em van gotinan re dikin û kurd nabin hokarê dabeşkikrina Tirkiyeyê, kurd naxwaz inTirkiye parçe bibe.”

Li gor malpera NRT, Demîrtaş got ku, xelkekî din miletên Tirkiyeyê parçe-parçe kir, lê kurd lêdixebitin careke din hemû bê cudahî bi aşitî bi hev re bijîn.

Li gor Demîrtaş li Tirkiyeyê tikr, ereb, kurd û neteweyên din dijîn û ew dikarin bêy alozî û pirsgirêk, kultura xwe biparêz in.

Weke tê zanîn di 10 meha bê de hilbijartinên serokomariyê li Tirkiyeyê tên encam da û Receb Teyb Erdogan kandînê AKPê  û Ekmeledîn Îhsanuglo kandîdê CHP û MHPê  û Selahedîn Demîrtaş jî kandîdê HDPê ye.

Nêrînek

  1. Madem ku Pkk naxwezê kurde biserxwê bijîn, va 30(sîh) salin li dijî tirkîyê shêrê çekdariyê çiyê?.Dema ku pkk li sala 1984 dest avet çekan li kurdara digo çi?.çima 10(deh) milyon kurde li cih û waren bav û kalên xwe hatin derxistin.?\r\nBimînin di xêr û xweshîyê da.

  2. Isê vi pepukê reben pir xedare.Ebdila vê bêje -ULAN AGANIN POXUNUN USTUNE POX OLURMU? Emê gij bibinin,wê ci felaket bê serê vi pepuki.

Nerîna min :