Dadgeha Teksasê ji biryara xwe poşman bû
Dadgeha wîlayeta Teksasê ji biryara xwe ya destbiserdagirtina keştiya nefta herêma Kurdistanê berkirî poşman bû û ragehand: Em niha nikarin dest deynin ser wê keştiya nefta herêma Kurdistanê barkirî û divê Bexda û Hewlêr pirsa neftê di navbera xwe de çareser bikin.
Nansy K Jonson dadwera wîlayeta Teksasê a Amerîkayê, ji ajansa Rueter re got ku, ew keştiya nefta herêma Kurdistanê barkirî 100 km dûrî kenarên wîlayeta Teksasê ye û ji bere vê yekê ew nikarin dest deynin ser wê keştiyê. Wê daxwaz kir ku, ev pirsgirêka neftê di navbera hikûmeta nawendî ya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê de bê çareser kirin.
Dadgeha Teksasê li ser daxwaza Îraqê ku, herêma Kurdistanê nikare bêy razîbûna Îraqê neftê bifiroşe, duhî biryar dabû dest deyne ser kesştiya United Kalavrvat ya ku nefa herêma Kurdistanê barkirî ye.
Wê keştiyê meha borî yek milyon bermîlên nefta herêma Kurdistanê li bendera Cîhan ya tirkî barkirûbûn.


