Civak

PKKê êrîş kir 21 kuştî

Li devera Oremarê   çekdarên PKKê êrîş birin ser karwanek eskerî.Li gora medya Tirkî 21 leşkera jiyana xwe ji dest daye û di nav wan de du efserên bilind jî hene.Lê heta niha jî li ser bûyerê bi zelalî tu daxuyanî nehatine ragihandin. Şevîdin dema karwenek yê leşkerî derbas bûyî di rêde mayinên hatîn çandin teqandin û piştre bi çekên giran karwan gulebaran kirin.Nşçeyan ragihand ku encama vê êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene. Serokwezîrê Tirkiye Davutoglu ji bo leyiztika fotbolê di navbera timê Tirkiye û Holand da de temaşe bike li bajarê Konyayê bû.Piştî bihîstina bûyera Oremarê di cihde vegera Enqere û li gel berpirsan civînek berfireh pêkanî.Rewşa aloz li Bakurê Kurdistanê berdewame. Li Diyarbekir vê sibehê qedexekirina derve hate rakirin. Lê hêja li hinek navçeyan operasyonên dewletê berfirehî berdewam e. Tu rastiyek jî di encama van operasyona de nayê ragihandin.

Back to top button