Polîtîk

Bexda dixwaze Silêmaniyê ji Kurdistanê cuda bike

Hikûmeta Iraqê budceyê perepêdana parêzgehan ji Parêzgeha Silêmaniyê re dişîne û ti  pere ji parêzgehên Hewlêr û Dihokê re neşandiye, lewma pêwîst e Silêmanî vê yekê qebûl neke.Endama Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Mîna Samî Awekeleyî ji malpera KDP.info re ragihand ku, “Bexda hejmarek pere wek budceya perepêdana parêzgehan bo sala 2015an ku tenê 9 milyar dînar ji Silêmaniyê re şandiye.”Mîna Awekeleyî wiha got: “Parêzgeha Silêmaniyê di civîna dawî de ji encumena parêzgehê re ragihand, gelo encumen li ser pirojeyan deng li ser daye ya parêzger, helbet me daxwaz kiriye ku encumena parêzgehê li gorî yasayê biryarê bide ku ew pere bo kîjan pirojeyan xeric bike.”Salane budceyê perepêdana parêzgehan ji budceya giştî ya Iraqê tê diyarkirin, ew jî ji bo wan pirojeyên ku ji aliyê parêzgehê ve tên vekirin.Ji aliyê xwe ve, Parlamanterê Iraqê Hakim Serhan Silêvaneyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Emê dîvdeçûnê li ser wê pirsê bikin, ku gelo tenê ew budce ji parêzgeha Silêmaniyê tenê re şandiye yan ji hemû parêzgehan re şandiye, eger tenê ji Silêmaniyê re şandibin em qebûl nakin û bêdeng nabin. Hikûmeta Iraqê dixwaze bi van riyan Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê cuda bike û nîşan bide ku Silêmaniyê ne beşek e ji Herêma Kurdistanê û herêmeke serbixwe ye, ku ev jî metirsiyekî mezin e. Pêwîst e Silêmanî rê nede van karên Bexdayê.”

Back to top button