Polîtîk

Macarîstan piştgiriya Kurdistanê dike

Roja dûşem 07.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Tîbur Satmarî Balyozê Macarîstanê(Hengariya) li Iraqa Federal kir.Li hevdîtinê de Balyozê Macarîstan li Iraqa Federal silavên Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Macarîstanê kir û eve jî xiste rû ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge û ji bilî derbirîna rizamendiya tevahiya welatê xwe ya li hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Macarîstanê, Serok Barzanî ji naveroka meşq û rahênana Hêzên Pêşmerge ji aliyê efser û şêwirmendên welatê xwe ve agadar kir. Balyozê Macarîstan li Iraqa Federal balkişand li ser guman û nîgeraniya Macarîstan û welatên Ewrupa kir ku bi sedema hatina lehî û şepola koçberên ji Rojhilata Navîn berev welatên rojavayî û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rênuwêniyên pêwîst ji bo çareserkirina vê pirsê bixerû.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok Wezîrê Macarîstanê kir û destxweşiyê jî li tîmên rahênana artêşa Macarîstanê kir ku erkên xwe yên li gel Pêşmerge gelek bi başî encam dane û her wiha amadehiya tevahiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel welatê Macarîstanê ya li warên cûda cûda de nîşanda.Di derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da pêktê bi tu awayekî aramiya Kurdistanê têk nade û babetekî sirûştî ya jiyana demokrasiyê ye. Di derbarê pirsa penaber û koçberan de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wê qeyrana kûr ya li Rojhilata Navîn da hene wê yekê xisterû ku zêdebûna giriftên siyasiyan û çaresernebûna wan bûye sedema derketina wê qeyrana miroviyê berfireh û wê yekê dûpat kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsa koçberan eweye ku welatên rojava helwestekî yekalîker li beranber qeyrana Sûriye, Lîbya, Yemen û Iraqê jî da hebê û nabê heta hetayê rewşa van welatan bi helawestî bimîne û her wiha eve jî bi pêwîst zanî ku welatên rojava û civaka navdewletî yarmetiya wan koçberan bidin ku li Urdin, Lubnan, Kurdistan û Tirkiyê de dijîn û kar ji bo ewe bê kirin ku jiyanekî hêja ji bo wan bê dabîn kirin û yarmetiya wan bê dayîn ku vegerin cîh û warên xwe.

Back to top button