
Wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê rapora xwe ya mehane li ser hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derveyî welêt weşand.Li gor wê raporê di meha tebaxê de herêma Kurdistanê 14,657,798 bermîlên neftê, ango di rojekê de 472,832 bermêl, bi rêya boriya Kurdistan-Ceyhan bo derve hinartine.Herêma Kurdistanê di meha tîrmehê de 16,019,090 bermîlên neftê bo derve hinartibûn, miqayîse digel meha tebaxê hinartina neftê bo derve bi rêjeya 8.5% kêmbûye.Sedama nizimbûna rêjeya hinartina neftê bo derve di meha tebaxê de, li gor raportê, ji ber wê kiryara teqanina boriya nefta herêma Kurdistanê li nav Tirkiyeyê bû ku 9 rojan hinartian neftê hatibû ragirtin.Di meha tebaxê de, ji bîrên nefta herêma kurdistanê 10,958,817 bermîl, ango di rojekê de 353,510 bermîl, û ji bîrên neftê yên Kerkûkê 3,698,981 bermîl, ango di rojehê de 119,322 bermîl bo derve hatine hinartin. Hikûmeta herêma Kurdistanê 1,579,004 bermîl, ango di rojekê de 50,936 bermîl teslîmî kompaniya bibazarkirina nefta Îraqê (SOMO) kirine.Di raporta wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê de tê gotin:- Ji bona tejîkirina beşe budceya herêma Kurdistanê ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye birîn û vegerandina beşek ji wan qerzên hikûmeta herêma Kurdistanê di sala 2014ê de qerizkiribûn, di meha tebaxê de, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser firotina neftê bi awayekî rasterast bo bendra Ceyhan, berdewam bû.Heftiya borî, wezareta samanên xwezayî piştrast kiribû ku civata karûbarên neft û gazê ya herêma Kurdistanê di du heftiyên yekem di meha îlona 2015ê de dê beşek ji destheqê komaniyên di ware deranîna neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin bide.Di daxuyaniyeke xwe ya berê de wezareta samanên xwezayî eşkere kiribû ku, di destpêka sala 2016ê de rêjeya hinartina nefta herêma Kurdistanê bo derve dê zêde bike û hikûmeta herêma Kurdistanê dê li gor wê lihevhatina digel kompaniyên cîhanî yên di ware deranîna neftê de li herêma Kurdistanê akr dikin, destheqê wan bide.Hikûmeta herêma Kurdistanê helwesta xwe dubare dike ku, amadeye digel hikûmeta federaliya Îraqê hemû pirsan û bi taybetî pirsa neftê bi danûstandina çarese bike.