Nivîsar

PKKê çima ji nûve dest bi şer kir?

PKKê beriya vê çend rojan li Daglıcayê êrişî qerekol kir, gorî ragîhandinên serokerkanê dewleta Tirk 8 leşker hatine kûştin û 16 leşker jî hatine birîndar kirin. Lê gorî ragîhandinên PKKê ji sedî zêdetir leşker hatine kûştin û bi dehan jî leşker hatine birîndar kirin. Di heman dem de di vê êrişê de gorî ragîhandinên serokerkanê dewleta tirk, ji 30 kesî zêdetir jî PKKêyî hatine kûştin.

Hîç şik tûne ye ku kesên hatine kûştin gelek girîng in. Ji vê pirsê girîngtir pirs, “PKKê çima li Daglicayê êriş pêk anî? An jî her kes li benda aşitiyê bû, ku PKKê çima jinûve dest bi şer kir?”

Loma jî çend roj in ku di rojnameyan û telewîzyonan de ev pirsan tên niqaşe kirin. Terefa tirk û terefa kurd di van pirsan de nêrînên xwe tînin ser zimên.

Ez jî bi gelek awayan beşdarî van niqaşeyan bûm.

Min di derbarê vê pirsê bi gelek rojnemayen û malperan re hevpeyvîn çêkirin.

Dîsa Min di gelek telewîzyonan de (Di Kanal A-yê, A Xeberê, Samanyolu Xeberê, TRT 6ê du caran min nêrînên xwe anîn ser zimên: Di programa rojev/aktuel de û di programa Rojeva Herêmê de,  Uzay TVê de) zindî nêrînên xwe diyar kirin.

Min bi radyoyan re jî hevpeyvîn pêk anîn.

Ez nûha jî dixwazim ku bi nivîskî nêrînên xwe bi kurtî û giştî pêşkêşî raya giştî ya kurd bikim.

Ji bona êrîşa PKKê ya Daglicayê gelek sedem hene. Beşek ev sedaman sedemên giştî ne, beşek sedem jî sedemên taybetî ne. Ez ji sedemê giştî dixwazim ber bi sedemên taybet yên vê êrişê biçim; bixwazim ku rûdanê û bûyerê zelal bikim.

Ji bona ku ev sedeman baş bên fahm kirin û ji hevudu bêm qetandin, ez dixwazim ku van sedeman nûmare (hejmar) bikim.

1- Li hemû dinyayê û li hemû welatan rêxistinên mûxalîf yên çekdar xwediyê taybetiyekê ne. Ev taybetiya jî ew e, ku ew rêxistinan bi çalakiyên çekdar dikarin li ser linga bisekinin, yekîtiya xwe bi çalakiya biparêzin, nekokiyên nav xwe bi çalakiyan binperde bikin û veşerînin.

Dema ku rêxistinên çekdar, dev ji çalakiyan berdin, an jî çalakiyên xwe yên çekdar rawestînin, di wan rêxistinan de rizandin dest pê dike, nekokiyên nav wan kûr dibin, niqaşe dest pê dikin. Wê demê yekîtiya wan dikeve xeteriyê.

PKKê jî rêxistinek çekdar e. Ji bona ku yekîtiya xwe biparêze, îzin nade ku di nav wan de nekokî çê bibe. Yekîtiya xwe ji bona ku biparêz divê çalakiyên xwe yên çekdar bidomîne.

PKKê di vê pirsê de ji rêxistinên çekdar yên mûxalîf zêdetir, dişibe ordûya tirkan. Ordûya tirkan, ji bona ku leşker tiştên cihê nefikirin, leşkeran nade sekinandin. Leşkeran vala nahêle û wan bi karên vala re dide mijûldan. PKKê jî, ji berê de di nav tevgera milî ya kurd de tê nasîn ku di ev siyaset û taktîka xwe de gelek jê hatiye.

PKKê hîç endam û hevalbendên xwe vala nahêle. Dema ku endam û çekdarên xwe vala bihêle, pirs tên pirs kirin û PKKyî jî wek her însanekî difikirin, rexne dikin û xwe rexne dikin. Ewe jî dibe sedem ku rewşa PKKê bê niqaşe kirin.

PKKê îzin nade vê yekê.

2- Rêxistinên çekdar yên bi destên dewletan hatine ava kirin, an jî piştî demekê ketibin bin bandor û kontrola dewletan, mecbûr in ku gorî berjewendî û daxwazên wan welatan tevbigerin. Lewra ew dewletan ji bona berjewendiyên xwe wan rêxistinan re pêwendiyan ava dike, an jî bi wan rêxistina re danûsatandin dike.

Pîvanek giştî jî heye ku pêwendiyên dewletan bi hev re, pêwendiya dewletan bi rêxistinên mûxalîf re, girêdayî berjewemdiyan pêk tên.

Loma jî ev bi taybetî dema ku dewlet bixwazin, rêxistinên çekdar mecbûr in ku gorî berjewendiya wan dewletan tevbigerin û çalakiyên çekdarî pêk bînin.

PKKê jî hem bi destê dewleta tirk ava bûye û hem jî piştî demekê ketiya bin bandor û konrtola dewletên Rojhilata Navîn û dewletên din yên ku bi Dewleta Tirk re xwediyê pirsgirêkan e.

Dema ku li ceribandina PKKê ware nêrîn, gelek aşkere diyar dibe ku PKKê gelek caran ji bona ku dewletên bandorkirî û li ser PKKê xwediyê vesayetê ne, xwestine ku çalakiyên gelek xeter û bê mane çêkebike.

PKKê di vê merheleyê de jî, piştî ku di nav Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îranê de nekokî kûr bûne, pêwendiyên wan xerab bûne, Dewleta Tirk dixwaze ku rejîma baasî û esadî bê ruxandin, pêwendiyên PKKê Sûriyeyê û Îranê xûrt bûn.

Sûriye û İran dixwaze ku ji bona di nav Tirkiyeyê de pirsgirêk û kaos çê bibe, daxwaz dikin ku PKKê li Tirkiyeyê çalakişyên çekdar pêk bînin. Di êrişa Daglicayê de de rola van pêwendiyan û berjewendiyên dewleta Îranê Sûriyeyê gelek girîng e.

3- PKKê dema ku hatiye avakirin û senaryokirin, bi çek hatiye avakirin û senaryo kirin. Piştî demekê jî, ji bona PKKê û desthilatdar û berpirsiyarên PKKê çek bûye hebûna wan.

Dema ku PKKê dev ji çek berde, PKKê nabe PKKê û dibe tiştekî din. PKKê bê mane dibe û xwediye çu fonksîyonê nabe. Nikare li ser endamên xwe, li ser dezgehên girêdayî wê, li ser maliya xwe bandor dayne.
 
Ji bona PKKê dev ji şer berdan, mirin e. Loma jî çu dem nikare dev ji çek berde.

Tê gotin ku PKKê dikare dev çek berde. Ez ji berê de û nûha jî dibêjim ku PKKê dev ji çek bernade. Heger Kurdistanek federe jî bê ava kirin, PKKê dîsa dev ji çek ber nade. Lewra PKKê daxwaz dike ku dewleta federe ya Kurdistanê ava, divê di bin desthilatdariya wê de be û ew desthilatdarî jî bi çek bê mihafaze kirin.

Dema ku PKKê ji aşitiyê bahs dike jî, mabesta wê ew e ku ew dê li beşek biçûk be jî  li Kurdistanê bi çekên xwe xwe desthilatdar be.
Ev jî bi xûrtbûna PKKê, teslîmgirtina dewleta tirk, bêçarekirina dewleta tirk dibe. Loma jî divê PKK êrişên çekdarî bidomîne û di vê pirsê de serkeftî be.

4- Dewleta Tirk demeke “pirsa miletê kurd” û “pirsa PKKê” girêdayî taktîka siyasî be jî, an jî girêdayî fikrên rasteqîne be jî; bi taybetî jî sinifa siyasî ya demokrat ji hevûdu vediqetînin.

PKKê bi çalakiyên xwe dixwaze diyar bike ku “pirsa PKKê” û pirsa miletê kurd û mafên miletê kurd” naye veqetandin, bê PKKê ev pirsa nayê çareser kirin. Divê ku “pirsa kurd” û mafên miletên kurd” di bin rehîn û bandora PKKê de be.

5- Dewleta Tirk ji bona ku pirsa PKKê çareser bike, bi serokê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê, bi ABDê, bi kurdên dervayî PKKê re danûstandin dike. PKKê ji vê yekê gelek eciz e. PKKê bi çalakiyên xwe diyar dike, ku ev danûstandinan ji derveyî wan nabe, an jî bibe jî  îzin nadin  ku ev pêwendiyan bi serkefin.

6- PKKê tu wext naxwaze ku “pirsa kurd” ji bin bandora wê derkeve. Lê nûha li Tirkiyeyê jî û li dinyayê jî, girêdayî gûhertinên li Bakûrê Kurdistanê, derketina hêzên nû yên kurd pêşiya ev daxwaz PKKê digre.

PKKê bi çalakiyên xwe dixwaze çavtirsiya bide wan hêzan.

PKKê ji hêzên hûndir re û ji hêzên derve re dibêje ku bê me tiştek naba. Dema ku bê me tiştek bû, ez wê denklemê û pêwendiyan provake dikim.

7- PKKê bi çalakiya Daglicayê, Murad Karayilan tekzîp kir, mesaj da Leyla Zana û kesên wek kesên Leyla Zanayê ku bixwazin ji derveyî PKKê tevbigerin.

Lewra Leyla Zanayê gelek aşkere got ku “piştî ku PKKê dev ji stratejiya dewleta serbixwe ya hevbeş ya Kurdisatanê berdaye, hewcedariya şerê çekdarî tûne ye.”.

Yanî bi maneyek din, hebûna PKKê ne pêwîst e. Lewra PKkê bê çek nabe.

8- PKKê bi çalakiya Daglicayê mesaj da serokê Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistanê.

Amed, 25. 06. 2012


Îbrahîm GÜÇLÜ

([email protected])

Back to top button