Polîtîk

NB: Divê rewşa kirêdar û kêmderametan bê baş kirin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi amadebûna cîgirê xwe Îmad Ehmed, îro roja çarşemiyê (27.06.2012), li avahiya civata wezîrê Kurdistanê digel hijmareke berhemînerên Kurdistanê civiya.

Di civînê de rewşa hilbirînê li herêma Kurdistanê û rêyên pêşxistin, geşekirin û berfirehkirina wê bi dûr û dirêjî hat minaqeşe kirin.

Herwesa ew astengî û pirsgirêkên di warê siyasî û îdarî de rû bi rûyê kar û projeyan dibin hatin behis kirin û civînê tekîd li ser nehêlana astengiyan, çareserkirina pirsgirêkan û baştir çalakirina rola sektora hilbirînê li herêma Kurdistanê, bi awayekî ku hilbirîn di gelek warên cihê de roleke baştir di avadakirin, pêşxistin û avakirina enfrastruktura aboriya herêma Kurdistanê de bilîze, kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa rola giringa hilbirînê li herêma Kurdistanê kir û di hemna demê de destpêşxerî û rîska sermayerazandinê ji aliyê berhemîneran ve bilind nirxand û got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriyê li berhemanîneran dike û ji bona nehêlana hemû astengî û giriftariyên dikevin pêşiya warê hilbirînê bi cidî kar dike.”

Li dor sektota akincîkirinê jî, serokwezîr dîtinên xwe berçav kirin û tekîd li ser wê yekê kir ku, divê hevsengiyek di navbera qzanc û hilbirînê de, bi awayekî ku xelkê kirêdar û kêmderamet fêdey jê bibînin, hebe. Ji bo vê yekê jî, Nêçîrvan Barzanî got ku, divê tewsiyên nû ji bo sektora akincîkirinê ku di berjewendiya xelkê kêmderamet û kirêdaran da bin, bên derxistin.

Di mijareke din de, serokê hikûmeta Kurdistanê got:

– Herêma Kurdistanê pêdviyeke mezin a hilbirînê di warê çandinî û tûrîzmê de heye û ji nuha û pê de hem hikûmet û hem jî sektora taybet û berhemîner jî divê rû bikin van waran û giringiyeke zêdetir pê bidin.

Ji aliyê xwe ve berhemîneran dîtin û hizrên xwe li dor sektora taybet berçav kirin. Bi taybetî berhemîneran behsa pêwîstiya rastvekirina qanûna sermayerazandinê ku, hêsankarî û derfetên berfirehtir ji berhemîneran re pêkbîne, kir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistranê amadeyî û piştgiriya hikûmetê bo daxwaza berhemîneran dupat kir û got:

– Li herêma Kurdistanê hilbirîn tecrûbeyeke serkeftî bûye û hikûmet jî piştgiriyê li hemû rastkirin û rastvekirinayan ji bo zengînkirina qanûna sermayerazandinê dike.

Berhemê xwemalî û çeaniya teşwîqkirin, parastin û zêdekirina berhemên xwemalî mijareke din civînê navbera serokweîzê Kurdistanê û berhemîneran bû û biryar hat dan ku, ji bo parastina berhemîên xwemalî qanûneke taynet derkjeve. 

Back to top button