Polîtîk

Ji kovara Lemanê serûpelek balkêş

Kovarên pêkenokê yên li Tirkiyê herî zêde têne xwendin, kovara Girgir û Lemanê, vê heftê serûpela xwe bi mijara gengeşiya di navbera Suriyê û Tirkiyê re veqetandin. Tê zanîn, hefteke ku li Tirkiyê rojev, xistina balafira wan a ku li ser sînorê hewa yê Suriyê ji aliyê Suriyê ve hatibû xistin e. Bi vê mijarê ve girêdayî, ji Rusya bigire heta Amerîka û Îran û Suriyê, her roj daxuyaniyên cuda tên.

Kovara hefteyî a Lemanê jî, vê heftê li ser serûpela xwe, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu xêz kir. Erdogan û Davutoglu, ji bilindahiyekê li ser serî ber bi rûyê erdê ve têne xwarê. Erdogan ji Davutoglu re dibêje, “Xwedê zane em zêde firiyan e.”

Kovara Leman, her tim bi awakî pêkenok, rojevê bi xêzkirinan baş şîrove dike.  

Back to top button