Li Erûhê pevçûn: 4 leşkera jiyana xwe wenda kirin

Şeva çûnê, nêzika nîvê şevê li navçeya Sêrtê li çolwariya Erûhê, gerîlayên PKKê, li hemberê hêzên artêşa Tirkiyê kemîn sazkirine. Li ser vê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.
Leşkerên ku diçûn qereqola cendermeyan a gundê Gorendorukê, li ser rê rasta kemîna gerîlayên PKKê hatine. Di dema derbasbûna leşkeran de, gerîlayan bi lûleyên dirêj leşker gulebarandine. Piştî bûyerê pevçûn derketiye û di encama pevçûnê de 4 leşkera jiyana xwe wenda kiriye. Çawuşê pispor Mesut Gunay, li cihê bûyerê jiyana xwe wenda dike. Di berdewamiya pevçûnê de 3 leşkerên din jî jiyana xwe ji dest didin.
Helîkopteran, cihê ku PKKî lê bûne dane ber bombebaranan.